ROJEVA 23'Ê KANÛNA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Ji bo bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê û misogeriya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd, çalakî û xwepêşandanên Kurdistaniyan tevahiya salê dewam kirin. Berxwedana îsal ji salên din gelekî cuda û bi bandor bû.

- Çewlik diyar kir ku li ser bingeha serketinê, ew bi biryardariya têkbirina dijmin dest bi sala 2022'an dikin.

- Têkildarî doza Mûstafa T. ku ji xala 129'an a Qanûna Ceza ya Elman tê darizandin, doh rûniştina biryardanê hate kirin. Salek û 4 meh cezayê girtîgehê li Mûstafa T. hate birîn û bi şertê kontrolê hate berdan.

- Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Saît Dede got, gelê Colemêrgê nikare ji deriyên sînor sûdê werbigire û destnîşan kir, ku deriyên sînor tenê pêşkêşî alîgirên AKP'ê hatine kirin.