Gunay: Em ji bo çareseriyê hevdîtinan dikin

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay destnîşan kir ku HDP ji bo çareseriyê bi rola xwe radibe û got: "Ji bo em mîsyona xwe ya dîrokî pêk bînin me dest bi hevdîtinên çareseriyê kiriye."

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û mijarên di rojevê de nirxand.

Gunay di beşek civînê de bi kurdî jî axivî û bal kişand ser çareseriya pirsgirikên civakî ku bi vê armancê dest bi hevdîtinan kirine.

Gunay derbarê hevdîtin ango serdanên ji bo partiyên muxalefetê dane destpêkirin de axivî û wiha got: "Pirsgirekên Tirkiyeyê berdewam dike. HDP ji bo çareseriya van pirsgireka bi rola xwe radibe. Cardin em ê ji bo gelan, ji bo tevahî civaka Tirkiyeyê rola xwe bilîzin. Krîza aborî  bêsînor berdewam dike. Ji bo çareseriya krîza aborî hem jî çareseriya nerêveberiya vê desthilatdariyê me bi partiyên siyasî re dest bi hevdîtinan kir. Me doh bi Saadetê re hevditîn pek anî, em ê hefteya peşiya me jî bi CHP, DEVA, Gelecekê re hevdîtinan pek bînin. Di van hevdîtinan de pêşniyaza me ya yekemîn hilbijartina pêşwext bê lidarxistin û ji bo vê yekê bi hemû muxalefetê re di parlamentê de em dixwazin pêşniyaznameyek amede bikin. Ji bo çareseriya qeyrana aborî jî pêşniyazên me hene û em van jî parve dikin."

Gunay bal kişand ser mirinên li girtîgehan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û wiha got: "Berpirsiyarên kuştinên li girtîgehan ev hikûmet e. Mijarek din jî di girtigehan pirsgirêk roj bi roj girantir dibe. Herî dawî li girtigeha Tekîrdagê girtiyek din jiyana xwe ji dest da. Ne malbata wî ne hevalên wî ne jî em vê kuştinê wekî întihar qebûl dikin. Em li hemberî van mirinan bi şik û guman in. Desthilatdar li hemberî girtiyan politikayê neyartiyê, tecridê û kuştinê dimeşine. Di salen 90’î de kuştinen kiryara wan ne diyar pêk dihatin, îro jî li heps û zindanan kuştina girtiyan pêk tê, em van yekan qebûl nakin. Em bang li wezîrê dadê dikin da berpirsiyariya xwe pêk bîne û di vê warî de daxuyaniyek bide. Divê demildest girtiyên nexweş bên berdan. Em van êrişên li ser girtiyan qebûl nakin."