Di nobeta malbatên girtiyan de peyamên berxwedanê
Komeleya Jinan a STAR’ê ya Wanê çû serdana Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan û peyama mezinkirina berxwedanê dan.
Komeleya Jinan a STAR’ê ya Wanê çû serdana Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan û peyama mezinkirina berxwedanê dan.
Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfazên wan hatine şewitandin û nayên berdan li Baroya Wanê dane destpêkirin di roja 14’emîn de berdewam dike. Du malbatên din jî beşdarî nobeta edaletê bûn. Komeleya Jinan a STAR’ê serdana çalakiya nobetê ya malbatan kir û piştgirî da wan. Seroka Komeleya Jinan a STAR’ê Dîlan Kûnt Ayan ku daxwazên malbatan guhdar kir, diyar kir ku daxwazên malbatan di çarçoveya mafên bingehîn û azadiyê de daxwazên mirovî ne.
Endama Komeleya Jinan a STAR’ê Rojbîn Bor diyar kir ku piştgiriya çalakiya nobetê ya malbatan dikin û wiha got: “Me mirina Garîbe Gezer a bi awayekî bi guman dît. Me di cenazeyê dayika Aysel Tûglûk de êrişa nijadperest dît. Vecibeyên olî yên miriyên Kurdan jî tên astengkirin. Em bi berxwedana dayikan in.”
Dayika girtî Nejdet Abî, Meryem Abî jî wiha axivî: “Kurê min di encama îxbarekê de hat girtin. Niha li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê dimîne, 45 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Kurê min nexweş e di mîdeya wî de nexweşî heye. Ez jî weke dayikekê li vir im û naxwazim ji girtîgehan cenaze derkevin. Tişta hatiye kirin zilm e. Em edalet û wekheviyê dixwazin. Bila zarokên me berdin.”
Dayika Hişyar Abî, Zehra Abî jî wiha got: “Kurê min 9 meh in di Girtîgeha Meletiyê de ye. Ez weke dayikekê bang li hemû kesan dikim, bila xwedî li me derkevin. Ez hemû dayikên girtiyan vedixwînim vê derê. Bila deriyê girtîgehan vekin, em naxwazin ku êdî tu dayik bigirîn.”