ROJEVA 22'Ê KANÛNA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê, bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Sala 2021’an tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girantir bû, her wiha têkoşîna ji bo tenduristî û azadiya Ocalan jî bû xwedî asteke global. Sala 2021’an tenê carekê gelê Kurd bi axaftina 5 deqe ya telefonê ji rêbertiya xwe agahî stand. Kirinên taybet ên bi navê 'cezayên disîplînê' di meriyetê de bûn.
- Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlik bi bîr xist ku desthilatdariya Tirk ji bo zivistana 2021'ê gotibû 'zivistana dawî ya PKK'ê ye' û got, "Lê belê bi berxwedana gerîla re em ketine zivistana dawî ya hikumeta AKP-MHP'ê."
- Ji parêzerên Vedat Erkmen Destîna Yildiz got, "Îdîaya xwekuştinê ya li ser kesekî ku ji malbata xwestibû gilî bike, cihê gumanan e."
- 20 nivîskarên jin ên Kurd pirtûka Antolojiya Êşên Jinan (20 Jin 20 Çîrok) amade kirin. Ji nivîskarên pirtûkê Yasemîn Elban destnîşan kir ku jinên Kurd ji aliyê wêjeyê ve gelekî xurt in.
- Piştevaniya Radîkal a Hollandayê ragihand ku ji bo 4 çalakgerên li pêşiya OPCW'ê hatin destgîrkirin wê di navbera 2-9'ê Çileyê de bi rengekî bênavber çalakiyan bikin.
- Jin ên ciwan ên Rojavayî ragihandin ku ew tevlî nava refên PKK'ê bûne û diyar kirin, ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk wê têkoşîna xwe mezin bikin.