Girtî Tepelî: Dema Garîbe hate qetilkirin min dît

Girtiyê bi navê Denîz Tepelî yê li Girtîgeha Kandiraya Koccaeliyê ya Tîpa F’yê tê girtin, anî ziman ku dema ku Garîbe Gezer hatiye qetilkirin wî dîtiye.

Girtiyê bi navê Denîz Tepelî yê di Girtîgeha Kandirayê ya Jimare 1 a Tîpa F'yê de ye, bi rêya parêzer Jiyan Tosûnê têkildarî mirina Garîbe Gezer ya ku bi îşkenceya sîstematîk û destavêtin û destdirêjiyê re rûbirû mabû, di 9’ê kanûnê de li hucreya lê dihat ragirtin bi awayek guman jiyana xwe ji dest dabû, agahiyên girîng ragihand.

Tepelî di nameya xwe de aniye ziman ku Gezer hatiye kuştin û tê xwestin li ser bûyerê birin.

Tepelî di nameya xwe de ev tişt gotine: "Ez şahidê kuştina Garîbeyê me. Wê kêliyê ez li hewadariyê bûm. Min dît û bihîst. Lê belê nameya ku min duh (16.12.2021) ji we re şand, gotin 'Tu nikarî bi zerfa girtî bişînî. Ya bi awayekî vekirî bişîne an jî bide parêzera xwe' û cardin dan min. Ev sûc e. Mafê me heye em bi zerfa girtî nameyê ji parêzeran re bişînin. Lê ser vê cinayetê tê nixumandin. Şahdiya min jî krîtîk e. Tenê min dît. Dixwazin pêşî li ber vê bigirin. Ez vê nameya ku hat astengkirin îro cardin (17.12.2021) didim postê. Min têkildarî mijarê li Serdozgeriya Komarê gilî kir. Bila haya we jê hebe. Her wiha roja sêşemê (14.12.2021) dozgerê Kandirayê O.H. Cengîz, ji bo dosyeya xwekuştinê gazî Resmiyeyê kir ji bo îfadeyê, lê ez daxil nekirime. Halbûkî ez şahid im. Di 15.12.2021'ê de dozgerekî din gazî kir, ji bo dosyeya tecawiz û îşkenceyê. Min got, piştî ez bi parêzêra xwe re bişêwirim ez ê îfadeyê bidim. Teqez hevdîtinê bi min re bikin. Ser bûyerê digirin. Em ê heya dawiyê şopdarê wê bin."