Ji ÎHD'ê li 30 bajaran nobeda 'Em jiyanê diparêzin'
ÎHD'ê ji bo girtiyên nexweş li 30 bajaran dest bi nobeda 'Em jiyanê diparêzin' kir. Di çalakiyan de bang li raya giştî hate kirin ku bala xwe li ser mijarê be.
ÎHD'ê ji bo girtiyên nexweş li 30 bajaran dest bi nobeda 'Em jiyanê diparêzin' kir. Di çalakiyan de bang li raya giştî hate kirin ku bala xwe li ser mijarê be.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo girtiyên nexweş li 30 bajaran dest bi nobeda 'Em jiyanê diparêzin' kir.
Çalakî wê êvarê saet di 21:00 de bi dawî bibe. Di çalakiyên nobedê de bang li raya giştî hate kirin ku bi berpirsyarî tevbigere.
ENQERE
Li avahiya ÎHD'ê ya Enqereyê pankarta bi nivîsa "Em jiyanê diparêzin, girtiyên nexweş bila bên berdan" hate daliqandin. Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, Parlamenterê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû jî tevlî çalakiya nobedê bûn. Di çalakiyê de wêneyên Garîbe Gezer û Vedat Erkmen ên bi gumanbarî li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan, her wiha wêneyên girtiyên nexweş hatin hildan.
Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan got, "Li ser rewşa girtiyên nexweş, binpêkirina mafê jiyanê, girtîhiştina girtiyên nexweş, betalkirina berdana girtiyan û zêdekirina dema mayina li girtîgehê, li şaxên ÎHD'ê hemûyan em dest bi çalakiya 'parastina jiyanê' dikin. Ev çalakî wê ji bo rojekê be, lê belê çalakî û xwepêşandanên me wê dewam bikin."
Parlamenterê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû jî bal kişand ser xemsariya raya giştî û got, "Mirov li girtîgehê dimirin, neheqî tê kirin, lê belê civak vê yekê naxe rojeva xwe. Beşek ji çapemeniyê dixe rojeva xwe. Gelo civak ji bo mirovên ber bi xwekuştinê ve tên dehfdan çi difikire? Wezaretî bi zanebûn û bi daxwaza xwe vê dikin. Hiqûqa dijminatiyê dimeşîne, dibêje bimire jî çi ji min re."
Endama rêveberiya ÎHD'ê Nûray Çevîrmen jî diyar kir ku divê cezayên girtiyên nexweş bêne taloqkirin û li derveyî girtîgehê bêne dermankirin.
Nûray Çevîrmen got, "Em ji bo girtiyên nexweş qenciyê yan jî rehmê naxwazin, em edaletê dixwazin."
AMED
Şaxê Amedê yê ÎHD'ê ji bo azadiya girtiyên nexweş li avahiya komeleyê dest bi nobeda 'Em jiyanê diparêzin' kir. Parlamenterên HDP'ê Dersim Dag û Pero Dundar jî tevlî çalakiyê bûn. Hevberdevkê ÎHD'ê yê Komîsyona Girtîgehan Ercan Y ilmaz xwest ku girtiyên nexweş tavilê bêne berdan.
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û rêveberiya baroyê tevî endamên Desteya Koordînasyonê ya TMMOB'ê serdana çalakgeran kirin.
ÎZMÎR
Şaxê ÎHD'ê yê Îzmîrê jî li avahiya komeleyê dest bi çalakiya nobedê kir. Pankarta bi nivîsa "Em jiyanê diparêzin" li salonê hate daliqandin. Her wiha gelek kesî serdana çalakgeran kirin. Di dema serdanê de rewşa girtiyên nexweş hate nirxandin.
MÊRDÎN
Şaxê Mêrdînê yê ÎHD'ê li avahiya bajêr a HDP'ê dest bi çalakiya nobedê kir. Piştre daxuyaniyek hate dayin û hate bibîrxistin ku meha dawî 7 girtî li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane û hate gotin, "Bi darbestên ji girtîgehan hatin derxistin re wijdanê me hemûyan kete hundirê darbestê."
Rêveberên HDP'ê yên Mêrdîn û navçeyên wê, rêveberên Baroya Mêrdînê serdana çalakiyê kirin.
WAN
Çalakiya 'Em jiyanê diparêzin' a li Wanê li avahiya ÎHD'ê ya Bajêr pêk hat. Nûnerên gelek saziyan serdana çalakiyê kirin. Nobeda ku bi 8 kesan dest pê kir wê heta danê êvarê saet di 21:00 de dewam bike. Di çalakiyê de belavoka hevpar a Navenda Giştî ya ÎHD'ê hate xwendin.
COLEMÊRG
Li Şaxê Colemêrgê yê ÎHD'ê jî çalakiya nobedê dest pê kir. Nûnerên gelek rêxistinên girseyî demokratîk serdana nobedê kir û daxuyaniya hevpar hate xwendin.
EDENE
Şaxê ÎHD'ê yê Edeneyê li avahiya partiyê dest bi çalakiya nobedê kir. Tevî endamên DBP, HDP, TJA, TOP, AYKAY-DER, AATUHAY-DER gelek kesî serdana çalakgeran kirin.
HATAY
Şaxê Hatayê yê ÎHD'ê li avahiya komeleyê dest bi nobeda 'Em jiyanê diparêzin' kir.
ANTALYA
Şaxê Antalyayê yê ÎHD'ê li avahiya komeleyê dest bi nobeda "Em jiyanê diparêzin kir."
MERSÎN
Nobeda 'Em jiyanê diparêzin' a li Şaxê Mersînê yê ÎHD'ê bi serdanan dewam dike.