‘Bila girtîgeh nevegerin cihê mirinê‘

Hevserokê Rêxistina HDP’a Fatîhê Seyîr Îpek anî ziman ku li gel binpêkirinên mafan girtîgeh veguherîne cihê mirinê û banga hestyar li raya giştî kir.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Fatîhê têkildarî mirinên bi guman ên demên dawî li ber avahiya xwe daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji bo girtiyên nexweş azadî, bila girtîgeh nevegerin cihê mirinê“ û dirûşmeya “Şehîd namirin“ hatin berzkirin.

‘VÊ DAWIYÊ 7 KESAN BI GUMAN JIYANA XWE JI DEST DA‘

Hevserokê Rêxistina HDP’a Fatîhê Seyîr Îpek anî ziman ku ji ber binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, girtî jiyana xwe ji dest didin û got: “Hejmara girtiyên jiyana xwe ji dest dane gihişt 7 kesan. Sîstema cezayê înfazê kiriye armanc ku her roj malbat û girtiyan bikuje.  Tu mafê jiyanê yê girtiyan nayê pêkanîn. Divê demê desthilatdariyê şewb ji xwe re veguherandiye firsendê.“

‘CIHÊ MIRINÊ‘

Îpek da zanîn ku girtî di hucreyan de rastî pêkanîn xirab tên û wiha got: “ Li girtîgehan gelek girtiyên nexweş hene û heta niha tu derfetê tedawiyê nayê dayîn. Ji ber ku girtiyên nexweş nayên tedawîkirin û berdan her roj ji girtîgehan darbest derdikevin. Bê guman girtîgeh veguherîne cihê mirinê. Divê heftiyê de 5 cenaze ji girtîgehan derketin.“

BANGA HESTIYARIYÊ

Îpek, banga hestiyarê li raya giştî kir û got: “ Divê demildest pêşiya vê yekê were girtin.“

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Şehîd namirin“ dawî bû.