Li peravên Yewnanistanê keştiya koçberan noqav bû
Li nêzî girava Folegrandros (Bolûkendîre) ya Yewnanistanê keştiyeke koçberan noqav bû û bi dehan koçber di behrê de winda bûn.
Li nêzî girava Folegrandros (Bolûkendîre) ya Yewnanistanê keştiyeke koçberan noqav bû û bi dehan koçber di behrê de winda bûn.
Li gorî daxuyaniya ewlekariya peravan 12 kesên di keştiyê de hatine rizgarkirin û cenazeyekî kesekî jî ji avê hatiye derxistin.
Li gorî hinek şahidan 32 û li gorî hinek şahidên din jî dora 50 kesî di keştiyê de hebûn. Xebatên dîtin û rizgarkirina koçberan ji aliyê hêzên hewayî û behrê yê Yewnanistanê didome.
Li gorî Komîsertiya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî di sala 2021’an de ji ser Tirkiyeyê nêzî 8500 kes gihiştine Yewnanistanê. A niha li Yewnanistanê dora 96 hezar koçber hene.