ROJANE
Hemû Nûçe
-
Sevîl Tûrgût: Divê her kes xwedî li girtiyên nexweş derkevin
Hevseroka Şaxê ÎHD'ê Sevîl Tûrgût got, ji bo hîn bêhtir girtî nemirin divê her kes xwedî li girtiyên nexweş derkevin û piştgiriyê bidin malbatên girtiyan. -
HBDH: Wê berdêla tiştên kirin bidin
HBDH'ê kesên ku di komkujiya 19'ê Kanûnê ya girtîgehê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî û got, ''Çi tişta ku kirin wê hesabê wê bidin, em ê her roj hesab bipirsin.'' -
Huda Kaya: Wê ji ber kiryarên xwe bêne darizandin
Huda Kaya ya HDP'î li Den Haagê tevlî panelekê bû û diyar kir ku artêşa esasî ya paralel li Qesrê ye û got, Qesra ku li Kurdistanê hovîtiyê dike, wê li gel kiryarên xwe yên bi artêşa xwe ya paralel dike bê darizandin. -
ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Sedema mirina girtiyê edlî nehat eşkerekirin
Sedema mirina Ilyas Demîr ê ji dozek edlî girtîbû û cezayê heta hetayê yê girankirî lê hatibû birîn û duh di hucreyê de jiyana xwe ji dest dabû, nehat diyarkirin. -
Bi hezaran kedkar bi yek dengê qîr kir û got: Diçin û wê biçin
Bi hezaran li Qada Gundogdûya Îzmîrê bertek nîşanî polîtîkayên AKP-MHP‘ê bi rê ve dibe dan û gotin “Diçin û û wê biçin.” -
Bi hezaran kedkar herikîn Qada Îstasyonê: Hikûmet îstîfa
Bi hezaran kedkar beşdarî mitînga li Amedê ya li dijî krîza aborî ya bi dirûşma “Em nikarin debara xwe bikin” hat lidarxistin bûn. -
Li 3 bajaran çalakî: Girtiyên nexweş serbest berdin
Li sê bajaran ji bo girtiyên nexweş ên di girtîgehên Tirkiyeyê de têne girtin bang hate kirin û di çalakiyan de xwestin girtiyên nexweş serbest werin berdan. -
Dayikên Şemiyê li aqûbeta Aydogan pirsîn
Dayikên Şemiyê li aqûbeta Nîhat Aydogan pirsîn, ku Aydogan beriya bi 27 salan li Mêrdînê hatibû nebedîkirin. Malbata Aydogan got, ''em dev ji vê têkoşînê naqerin.'' -
Xizmên windayan ji bo ‘Osmanoglû’ kom bûn
Xizmên windayan li aqûbeta Atîlla Osmanoglû pirsîn ê ku hêzên dewletê ew winda kiribû. -
Cenazeyê Dîkme yê YPS’yî piştî 5 salan dan malbatê
Serkan Dîkme yê YPS’yî yê ku di berxwedana xwerêveberiyê ya Geverê de şehîd bûbû, piştî 5 salan cenazeyê wî teslîmî malbatê kirin. -
Cîlda Duyan a ‘’Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk’ li Italyanî hate wergerandin
Cîlda Duyan a berhema Manîfesyona Şaristaniya Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi navê, ‘’Şaristaniya Kapîtalîst: ‘’Serdema Êzdayên Bêmaske û Kralên Tazî’’ li Italî hate wergerandin û çap bû. -
ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li girtîgehê mirineke din a bi guman
Hat îdiakirin ku girtiyê edlî Îlyas Demîr ê ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Bolûyê girtî bû û cezayê muebbedê ya girankirî xwaribû, di hucreya takekesî ya lê dima de mirî hatiye dîtin. -
KNK’ê ji bo Haydar Işik peyama sersaxiyê weşand
Konseya Rêveber a Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) têkildarê wefata endamê damezrînerê KNK’ê Haydar Işik peyama sersaxiyê weşand û ragihand ku ew ê li ser şopa wî bimeşin. -
‘Lêgerîna tazî û mirin li girtiyan tê ferzkirin‘
Şaxa ÎHD’a Êlihê bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û diyar kir ku li girtiyan lêgerîna tazî û li girtiyên nexweş jî mirin tê ferzkirin. -
MA-TUAYDER: Bila girtîgeh nebin malên mirinê!
MA-TUAYDER'ê li ber Girtîgeha Bakirkoyê çalakiyeke girseyî kir. Di çalakiyê de hate gotin, 'Bila girtîgeh nebin malên mirinê.'' -
Nobeta Edaletê ya malbatan didome
Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan di roja 32’an de didome. Gel diçe serdana çalakiyê û peyamên xwedîlêderketinê didin. -
Nivîskar Haydar Işik çû ser dilovaniya xwe
Nivîskar Haydar Işik li bajarê Munîhê yê Elmanyayê ji ber nexweşiya kansêrê çû ber dilovaniya xwe. -
Malbatan ji bo Imraliyê serlêdan kirin
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Imraliyê ji bo hevdîtinê serlêdan kirin. -
ÎSÎG: 11 mehan 2 hezar û 17 karkeran jiyana xwe ji dest dan
Meclîsa Ewlekariya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) ragihand ku di 11 mehên destpêkê Yên salê de herî kêm 2 hezar û 17 karkeran jiyana xwe ji dest dane. -
ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Rêxistinên ked û pîşeyî mûçeya herî kêm şermezar kirin
Rêxistinên ked û pîşeyî mûçeya herî kêm yê sala 2022’yan hat eşkerekirin, li kadikoyê şermezar kirin û gotin: “Em mûçeyê perîşaniyê qebûl nakin. ‘Êdî bese‘ li dijî vê yekê êdî dengê xwe bilind bikin.“ -
Girtiyê nexweş Abdulrazak Şûyûr hate oxirkirin
Girtiyê nexweş Abdulrezak Şûyûr ê li Girtîgeha Şakrana Îzmîrê bi aweyek guman jiyana xwe ji dest da, hate oxirkirin. -
Paylan: Sedema hilweşandina aboriyê desthilatdariya AKP û MHP ye
Alîkarê Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê Garo Paylan got “Rewş ber bi karesatê ve diçe. Sedema hilweşandina aboriyê ya bi milyonan kesan desthilatdariya AKP û MHP’ê ye.”