Li girtîgehê mirineke din a bi guman

Hat îdiakirin ku girtiyê edlî Îlyas Demîr ê ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Bolûyê girtî bû û cezayê muebbedê ya girankirî xwaribû, di hucreya takekesî ya lê dima de mirî hatiye dîtin.

Hat îdiakirin ku Îlyas Demîr (32) li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Bolûyê girtî bû û cezayê muabbedê ya girankirî xwaribû di hucreya takekesî ya lê dima de mirî hatiye dîtin.

Agahiya mirina bi guman a Demîr ji aliyê muxtarê taxê ve ji malbata wî re ku li navenda Rihayê dijîn hat ragihandin. Li ser vê yekê malbatê telefonî rêveberiya girtîgehê kir, rêveberiya girtîgehê jî ragihand ku agahiya derbarê mirina wî rast e, lê derbarê sedema mirina wî de ti agahî nedan.

Xwişka Demîr Mahîde Demîr diyar kir ku birayê wê ji sala 2013'an û vir ve di girtîgehên cuda de dihat girtin û nexweşiyên wî yên derûnî hebû lê nehat dermankirin.

Demîr bibîr xist ku serlêdanên wan ên ji bo dermankirina birayê wî Demîr ên ji rêveberiya girtîgehê re nexistine meriyetê û got, "Girtina wî di hucreya yek kesî de sûc e. Diviyabû li nexweşxaneyê bihata dermankirin. Par dema em çûn hevdîtina girtî ya birayê min, wî bi jîletê pêşiyê porê xwe birî û ji ber ku destê wî negihîştibû, nekarîbû pişta porê xwe bibire. Ma rêveberiya girtîgehê kuaforan ji girtiyan re naşîne?”

Demîr di dewama axaftina xwe de da zanîn ku wê derbarê rêveberiya girtîgehê de serlêdana sûc bikin û wiha axaftina xwe domand: “Dema ku em rapora edlî ji ATK’ê wergirin, em ê bi rêya parêzerên xwe bişopînin. Edaleteke wiha tune. Birayê min bi hinceta ku cînayet kiriye hate girtin.”

Xwişka wî ya mezin Demîr diyar kir ku ji bo cenazeyê birayê wê ku birin morga Saziya Tiba Edlî (ATK) a Enqerê bigirin, ji Rihayê derketin rê û da zanîn ku wê cenaze sibe li Goristana Pêxember Eyûb a navçeya Eyûbiyê ya navenda Rihayê bê veşartin.

DI 4 ROJAN DE 3 MIRIN

Di 14'ê Kanûnê de li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 a Şakranê ya Îzmîr Alîagayê Abdulrezak Şûyûr, di 15'ê Kanûnê de jî li Girtîgeha Hejmar 2 ya Amedê Halîl Guneş jiyana xwe ji dest dabûn. Îro jî hat zanîn ku Demîr bi guman jiyana xwe ji dest daye.