Li 3 bajaran çalakî: Girtiyên nexweş serbest berdin

Li sê bajaran ji bo girtiyên nexweş ên di girtîgehên Tirkiyeyê de têne girtin bang hate kirin û di çalakiyan de xwestin girtiyên nexweş serbest werin berdan.

Li sê bajaran ji bo girtiyên nexweş ên di girtîgehên Tirkiyeyê de têne girtin çalakî hate lidarxistin. Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbol, Komîsyona Girtîgehan ya ÎHD‘a a Şaxa Îzmîrê û Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî bal kişandin li ser rewşa girtiyên nexweş û xwestin demildest girtiyên nexweş serbest werin berdan.

ÎZMÎR

Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê vê hefteyê jî di çalakiya xwe de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş ê kalepîr Mehmet Emîn Ozkan. Komîsyonê li ber Sumerbanka kevn a navçeya Konakê daxuyanî da û pankarta “Ji girtiyên nexweş û Mehmet Emîn Ozkan re azadî” vekir û beşdaran dirûşm berz kirin.

'MEHMET EMÎN OZKAN BERDIN‘

Berdevkê Komîsyonê Ahmet Çîçek da zanîn ku di çend rojên dawî de çend girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dane û tevî hemû bang û çalakiyan jî girtiyên nexweş nayên berdan. Çîçek anî ziman ku li gel hinek girtî nikarin li xwe binêrin û êdî hatine asta mirinê jî nayên berdan. Çîçek bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş ê kalepîr Mehmet Emîn Ozkan ê li Girtîgeha Amedê ya Tîpa D’yê û got tevî nexweşînên giran lê hene, kelepîreû 26 sal in bêhiqûqî tê girtin, û bangên tên kirin û raporên hene jî nayên berdan. Çîçek xwest Mehmet Emîn Ozkan demildest were berdanê û heke tiştek were serê Ozkan îqtidar û Wezareta Dadê ji vê yekê berpirsiyar e.  

ENQERE

Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di çalakiya xwe ya 380’emîn de ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş li pêş Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê daxuyanî da. Di daxuyaniya ku pankarta “Dermankirin maf e nikare were astengkirin girtiyên nexweş berdin” hat vekirin de Hevseroka Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê Sevîl Tûrgût, rewşa girtiyê nexweş Yûsûf Ozmen ê li Girtîgeha Tîpa H a Erzeromê tê ragirtin, ragihand.

Tûrgût bi bîr xist ku di nava hefteyekê de girtiyên nexweş ên giran Abdulrezzak Sûyûr ê 56 salî li Girtîgeha Şakranê, Halîl Guneş jî li Girtîgeha Amedê jiyana xwe ji dest dan.

 ‘NEXWEŞÊ PENCEŞÊRÊ’

Tûrgût diyar kir ku tevî Ozmen nexweşê penceşêrê bû jî di 16’ê Sibata 2018’an de hat girtin û wiha got: “Di Adara 2017’an de hatiye hînbûn ku Ozmen bi pênceşêra testîsê ketiye û bi emelîyatê testîsa wî ya çepê hatiye wergirtin. Pişt re di Hezîrana 2017’an de dest bi tedawiya kemoterapiye kiriye û ev tedawî heta Îlona 2017’an berdewam kiriye.”

‘MAYÎNA WÎ YA DI GIRTÎGEHÊ DE XETEREYE’

Tûrgût dazanîn ku Ozmen tevî rapora nexweşxaneyê ya “Mayîna wî ya di girtîgehê de xetere ye” jî nayê berdan û wiha berdewam kir: “Ligel ku Yûsûf Ozmen diyar kiriye ku tedawiyê dibîne, îhtîmala wî ya revînê nîne jî hatiye girtin û şandine Girtîgeha Îdirê. Piştî li vir 5 rojan dimîne sewqî Girtîgeha Tîpa L a Panosê hatiye kirin. Dema li vir bûye her tim ji bo nexweşxaneyê dibirin Erzurumê. Nexweşxaneye Dewletê ya Panosê ji sedî 81 rapora astengdariyê dane wî. Ji ber li Panosê servîs û bijîjkê Onkolojiyê nebûne şandine Girtîgeha Tîpa H a Erziromê. Dema li Erziromê jî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê rapora ‘mayîna wî ya di girtîgehê de xetere ye’ daye wî.”

RAPORA NIKARE DI GIRTÎGEHÊ DE BIMÎNE

Tûrgût dazanîn ku Ozmen tevî ku ji 5 nexweşxaneyan rapora 'nikare di girtîgehê de bimîne' heye jî, ji ber rapora ATK’ê ya “dikare di girtîgehê de bimîne” nayê berdan û wiha pê de çû: “Ozmen li Girtîgehên Îdir, Panos, Erzirom, Enqere û Stenbolê de bi halê xwe yê nexweş ve hatiye ragirtin. Tevî raporên nexweşxaneyan rapora ATK’ê hatiye berçav girtin. Di 13’ê Îlona 2019’an de dema girtî bû, ji ber pirsgirêkên tenduristiyê hat berdan, lê di nava vê demê de kanser gihîşt qonaxa 4’emîn û li pişikê metastaz kir. Piştî ku hat berdan rewşa wî hinek din ber bi başiyê ve çû. Lê ji ber di Tîrmeha 2020’an de cezayê wî hat erêkirin, ketiye nav stresê. 5’ê Adarê dîsa hatiye girtin û şandine girtîgehê. Piştî hat girtin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Erziromê careke din rapora ‘Mayîna wî ya di girtîgehê de xetere ye’ dide lê ATK cara duyemîn rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ dide.”

‘MAFÊ WÎ YÊ JIYANÊ TÊ BINPÊKIRIN’

Tûrgût diyar kir ku rapora ATK'ê ya 'dikare li girtîgehê bimîne' ya tevî gelek nexweşiyên Ozmen, binpêkirina mafê wî yê jiyanê ye û xwest ku Ozmen ji bo were dermankirin demildest bê berdan.

STENBOL

Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 508’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li avahiya xwe ya li Taksîmê li dar xist. Endamên Komîsyonê vê hefteyê bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Azîz Tufan ê li Girtîgeha Amedê ya Jimara 1’an a Ewlehiya Bilind tê ragirtin û pankarta “Bila girtiyê nexweş Azîz Tufan were berdan” daliqandin.

Endamê Komîsyona Girtiyên Nexweş a ÎHD’ê Mehmet Acettîn da zanîn ku ji ber xemsariya rayedaran û îdareyên girtîgehan di çend rojên dawî de Garîbe Gezer, Abdurezak Suyur, Halîl Guneş û Ilyas Demîr jiyana xwe ji dest dan.

REWŞA WÎ GIRAN E

Acettîn anî ziman ku girtiyê nexweş ku rewşa wî giran e Azîz Tufan li Girtîgeha Amedê ya Ewlehiya Bilind tê ragirtin nexweşînên wek vertîgo, mîde û rûviyan pê re heye û divê li şûna ku wî li ser hev bibin nexweşxaneyê lê 73 roj in di qawîşa yek kesî de hatiye ragirtin û pişt re birine qawîşa asayî.

‘PIŞTEVANIYA ZAROKÊN ME BIKIN’

Acettîn nameya dayika Tufan, Yesure Tufan ku ji komîsyona wan re şandiye xwend û destnîşan kir ku dayik di Nobeda Edaletê ya li Amedê ji aliyê malbatan ve hatiye destpêkirin de cih digire. Acettîn anî ziman ku dayik di nameya xwe de destnîşan kiriye ku ew naxwazin zarokên wan di hepsan de bimirin û dixwaze her kes piştevaniya zarokên wan bike û ew fikarin ku zarokên wan li hepsan bimirin. Acettîn di nameyê de diyar kiriye ku ji ber xemsariya rayedarên îdareyê û dewletê ew hevdîtina li hepsê protesto dikin.

Acettîn xwest Tufan û hemû girtiyên nexweş demildest werinberdan û banga hestiyariyê li raya giştî kir.