Nobeta Edaletê ya malbatan didome

Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan di roja 32’an de didome. Gel diçe serdana çalakiyê û peyamên xwedîlêderketinê didin.

Xizmên girtiyan li avahiya xizmetê ya Baroya Amedê dest bi nobeta edaletê kiribûn. Çalakî di roja 32’an de didome. Rêxistina HDP’ê ya Gêlê ya Amedê û gelê Toplûkonûta Seyrantepeyê çûn serdana malbatan.

Yaşar Aydin ê ji Gêla Amedê bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got “Ji ber tecrîda ku zêde bûye ev zext li girtîgehan zêdetir bûye. Dayikên me li hemberî vê rewşê çalakiyeke bi rûmet û bi şeref dikin. Divê ev çalakî li her derê were kirin.

Omer Akgunduz ê ku rêveberê HDP’ê Gêlê ye jî diyar kir dayik cesaretê didin civakê û bang kir ku divê xwedî li çalakiya dayikan were derketin.

Încî Guler a ku xizma girtiyan e diyar kir ku çalakiya wan ji bo hemû girtiyên nexweş e.

Fevziye Kolakan jî diyar kir 2 zarokên wê di girtîgehê de ne û nexweşiya wan roj bi roj zêde dibe. Kolakan got “Tekane daxwaziya me edalet e. Em tiştekî din naxwazin.”

Di Nobeta Edaletê de nivîskar Herdem Merwanî jî got “Divê dinya dengê me bibihîse. Divê dengê me zêdetir derkeve.”