MA-TUAYDER: Bila girtîgeh nebin malên mirinê!
MA-TUAYDER'ê li ber Girtîgeha Bakirkoyê çalakiyeke girseyî kir. Di çalakiyê de hate gotin, 'Bila girtîgeh nebin malên mirinê.''
MA-TUAYDER'ê li ber Girtîgeha Bakirkoyê çalakiyeke girseyî kir. Di çalakiyê de hate gotin, 'Bila girtîgeh nebin malên mirinê.''
Bi banga MA-TUAYDER'ê bi hêviya mirinê ve hiştina girtiyên nexweş ên li zindanên Tirkiyê hate şermezarkirin.
Polîsan qada çalakiyê dorpêç kir. Dayikên Aştiyê, Wekîla HDP'ê Zuleyha Gulum, Hevseroka Bajêr a Stenbolê Îlknûr Bîrol û nûnerên gelek partî û rêxistinên girseyên demokratîk li çalakiyê hazir bûn.
Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa, ''Ji girtiyên nexweş re azadî, bila girtîgeh nebin malên mirinê'' hate vekirin û bi dirûşmeyan hate gotin, ''Bijî berxwedana zindanan'', ''Garîbe Gezer rûmeta me ye.''
Bîrol got nayê qebûlkirin girtiyên nexweş li şûna ku werin tedawîkirin bi hêviya mirinê ve werin hiştin, bi bîr xist ku niha li girtîgehan bi hezaran girtiyên nexweş hene, ne tenêne tedawîkirin û ne jî berdan.
Wekîla HDP'ê Zuleyha Gulum jî îşaret pê kir ku niha girtîgeh bûne malên mirinê û got gitiyên nexweş weke amûra tolhildanê têne bikaranîn.
Hevseroka MA-TUAYDER'ê Esîn Çelkîk daxuyanî xwend. Çelkîk destnîşan kir girtîgeh ji bo girtiyên nexweş ên ku tedawiya wan nayê kirin, bi kelepçeyan têne mieyenekirin, ser wan tê tazîkirin û sehkirin, têne êşkencekirin, tecrîd li ser wan tê danîn, bûne malên mirinê.