ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrişên artêşa Tirk a dagirker û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Hevseroka Şaxê ÎHD'ê Sevîl Tûrgût got, ji bo hîn bêhtir girtî nemirin divê her kes xwedî li girtiyên nexweş derkevin û piştgiriyê bidin malbatên girtiyan.
- Hêzên QSD'ê sala 2019'an dawî li serweriya leşkerî ya çeteyên DAÎŞ'ê anîn. Lê belê çete û malbatên wan ên teslîm bûn niha bûne belayê serê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
- Nûnereke Sefarexaneya Filistînê ya li Iraqê Fuad Mustefa di Kongreya ‘Ber bi diyaloga serketî ya Erebî-Kurdî’ daxwaz kir ku gel li dijî welatên dagirker ên li Rojhilata Navîn yek bigirin.
- Rewşen Mêrdîn bal kişand ser êrişên li ser Şengalê û destnîşan kir, ku bi navê Tevgera Azadiyê ya Jinê ew li pişt civaka Êzidî ne û amade ne wan biparêzin.
- KON-MED'ê xwest, hikumeta Elmanyayê dawî li peymanên xwe yên firotina çekan ên bi dewleta Tirkiyeyê re bîne û ji bo çalakiyên şermezarkirina komkujiyên Mereş, Roboskî û girtîgehan banga tevlîbûnê kir.