Rêxistinên ked û pîşeyî mûçeya herî kêm şermezar kirin

Rêxistinên ked û pîşeyî mûçeya herî kêm yê sala 2022’yan hat eşkerekirin, li kadikoyê şermezar kirin û gotin: “Em mûçeyê perîşaniyê qebûl nakin. ‘Êdî bese‘ li dijî vê yekê êdî dengê xwe bilind bikin.“

Rêxistinên ked û pîşeyî li ber avahiya Operaya Sureyya a Kadikoyê hatin ba hev û mûçeya herî kêm yê sala 2022’yan hat eşkerekirin, şermezar kirin. Dibin dorpêça polîsên Tirk de girseyê bi pankartên “Em mûçeyê perîşaniyê qebûl nakin“, “Li hemberî kedxwar, rant, wêranî û şer em bibin yek“ û “Bila ji her kesê re kar û ewlehiya debariyê bê girtin“ rakirin. Girseyê tim dirûşmeyên “Em mûçeyê perîşaniyê qebûl nakin“, “Bimre koletiya bi mûçe“, “Wê serkeftin ya kedkaran be“, “Wê yekitiya karkeran petrona têk bibe“ û “Grev grev grev“ hatin berzkirin.

Di daxuyaniyê de banga tevlîbûna mîtînga 18’ê Kanûnê ya li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê kirin.