‘Lêgerîna tazî û mirin li girtiyan tê ferzkirin‘

Şaxa ÎHD’a Êlihê bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û diyar kir ku li girtiyan lêgerîna tazî û li girtiyên nexweş jî mirin tê ferzkirin.

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Êlihê li eywana avahiya xwe têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Êlihê civîneke çapameniyê li dar xist. Hevserokên Şaxa ÎHD'ê û rêveberên wê tevlî civînê bûn. Di civînê de Parêzer Yûnûs Bagiş axivî û binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Êlihê ragihand. Bagiş anî ziman ku di navbera mehên hezîran û kanûnê de der barê binpêkirinên mafan de ji Girtîgeha Tîpa M a Êlihê û Girtîgeha Kampûsa Qubînê hem bi nivîskî hem jî bi devkî serî li wan hatiye dayîn û der barê van binpêkirinan de hevdîtin kirine.

Bagiş anî ziman ku di encama serlêdanên di meha Hezîran û Kanûna 2021’an de li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê û Girtîgeha Kampûsa Qubînê de hevdîtin bêkanîne û got: “Di encama hevdîtinê de li gorî daxuyanî û giliyên girtiyan ên hevdû pişterast dike, me ji bo çareserkirina pirsgirêkan raporek amade kir. Em daxuyanî û giliyên girtiyan esas digrin.“

'GIRTIYÊN NEXWEŞ BI MIRINÊ RE RÛ BI RÛ TÊ HIŞTIN‘

Bagiş da zanîn ku qanûnên navneteweyî ji bo parastina mafê jiyanê yên kesên ku ji azadiya xwe bêpar mane divê dewlet biparêze û wiha got:“ Dewlet necare ji bo kesên ji mafê azadiya xwe bêparin û kesên ji derve azadin re weke hev mafê tendirustiyê biafirîne. Ligel vê jî li girtîgehên Tirkiyeyê pirsgirêkên tendirustiyê tên jiyîn û serlêdanên girtiyan ya ji bo talûqkirin înfazê tê redkirin. Di demên dawî de gelek girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Carek din em bang li Wezareta Dadê dikin û dibêjin, divê demildest girtiyên nexweş serbest werin berdan û ji derve re tedawiya xwe bibînin.“

‘LI ÊLIH Û QUBÎNÊ BINPÊKIRINA MAFAN DI ASTA HERÎ JOR DE YE‘

Bagiş destnîşan kir ku lêkolîn û tespîtên di encama serlêdanan de hatine kirin wê bi raya giştî re parve bikin û wiha got: “Em ê bi giştî balê bikêşin li ser binpêkirinên mafan ê li girtîga Elihê.“ Bagiş diyar kir ku li Girtîgeha Kampûsa Qubînê jî binpêkirinên mafan di asta herî jor de ye û got: “Girtiyên nexweş li gorî tê xwestin nikarin bigihêjin mafê xwe yê tendirustiyê. Malbata girtiyê nexweş Firat Nebioglu xwest raporek nû bigre, lê rêveberiya girtîgehê bêdengiya xwe diparêze. Lêdan û îşkenceya li girtîgehan hatiye lêkolînkirin. Li gorî daxuyaniya girtiyan timî girtî rastî lêdan û îşkenceya xebatkarên girtîgehê tên. Li qawîşa girtiyên siyasî de jî li ser lingan hejmartin û tekmîl dayîn tê ferzkirin. Girtiyên vê yekê qebûl nakin rastî lêdanê tên û bi erdê re têne kaşkirin.“

LÊGERÎNA TAZÎ

Bagiş anî ziman ku di ketina girtîgehan de lêgerîna tazî li ser girtiyan tê ferzkirin û ev tişt got: “Di encama hevdîtinên me de gelek giliyê vê yekê hatin kirin. Dîsan pêkanînê keyfî ji aliyê rêveber û xebatkarên girtîgehan ve têne kirin.“