Paylan: Sedema hilweşandina aboriyê desthilatdariya AKP û MHP ye

Alîkarê Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê Garo Paylan got “Rewş ber bi karesatê ve diçe. Sedema hilweşandina aboriyê ya bi milyonan kesan desthilatdariya AKP û MHP’ê ye.”

Alîkarê Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê Garo Paylan îro li meclîsê daxuyaniyeke çapemeniyê da û derbarê biryara faîzê ya Bankaya Navendî û hilweşandina aboriyê axivî.

Paylan diyar kir Bankaya Navendî dîsa faîz daxist û got “Bankaya Navendî pûanek faîz daxist. Sê meh berê Serokkomar got ‘Faîz sedem û enflasyon jî encam e’ wê demê dolar 8 lîra û 30 qirûş bû, îro dolar 15 lîra û 30 qiruş e. Pêşniyaza Serokkomar dolar rakir û hêza kirînê kêmtir kir. Di vir de 84 milyon hemwelatî têk diçin. Haramî vî welatî talan dikin. Kî keda kedkar û karkeran desteser dike? Komek talanker. Kêf kêfa wan e, ew serwet û mîrateya xwe zêdetir dikin. Ev talankar her roj pariyek nan ji ser sifreya me radikin.”

Paylan diyar kir meaşê herî kêm bûye 160 eûro û got “Li Elmanyayê 4000 eûro meaş tê stendin lê li Tirkiyeyê 160 eûro. Ma edaleta te ev e. Soleke 100 lîrayî bûye 200 lîra. Wê kî karibe bikire?”

Paylan diyar kir k ji budçeyê bi milyaran dolar ji muteahîdên nêzî desthilatdariyê hatiye şandin û got “Me dişêlînin gelê me. Her roj bi dolar û eûroyên radibe, bi milyar dolaran dişînin muteahîdên xwe. Wisa naçe Erdogan. Were tu îro îstîfa bike wê dolar jî bikeve faîz jî. Were îstîfa bike, bila hilbijartin were kirin. “