ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Nivîskarê Kurd Nezîr Ocek got, li dijî asîmîlasyonê divê ziman û wêjeya Kurd hîn bêhtir bê xurtkirin.
- Komek ji ciwanên Efrînê daxuyaniyek da û got, "Ji bo azadiya Rêber Apo, ji bo hilanîna tola şehîdên Kurdistanê, li dijî destavêtin û destdirêjiya li gel û xaka me, tevlî nava refên PKK'ê bûne."
- Wekîlên ji Partiya Sosyal Demokrat (SPO) bi mijara "Doza girtinê ya li dijî HDP'ê" pêşnûmeyek pêşkêş kirin û li Parlamenta Awûstûryayê bi yekdengî hate qebûlkirin. Parlamentê bang li hikumetê kir ku ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê hewl bide.
- Piştî kêmbûna ava Gola Wanê, ziwabûna Gola Sixkê bû sedema fikaran. Aktîvîstê Mezopotamya Ekolojî Vahap Işikli bang kir ku tavilê bi lezgînî tedbîr bêne girtin.
- KCDK-E'yê Cejna Êzî pîroz kir û bi wesîleya cejnê sazî û rûspiyên Êzidiyan kir ku ji bo statu û avabûna Şengalê bi berpirsyarî tevbigerin.
- 27 endamên Yekîtiya Ewropayê plan dikin ku Rûsya jinûve êrişî Ûkraynayê bike, pêkanînan lê ferz bikin. Yek ji van pêkanînan jî dibe ku girtina xeta gazê ya Nord Stream 2 be û bi vî rengî derbe giran li sektora fînansê ya Rûsyayê bê xistin.