ÎSÎG: 11 mehan 2 hezar û 17 karkeran jiyana xwe ji dest dan

Meclîsa Ewlekariya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) ragihand ku di 11 mehên destpêkê Yên salê de herî kêm 2 hezar û 17 karkeran jiyana xwe ji dest dane.

Di rapora dawî ya ÎSÎG'ê de hate ragihandin ku meha Mijdarê 164 karkeran li ser kar jiyana xwe ji dest dan. Hate ragihandin ku ji van karkeran 149 jê bi mûçe dixebitîn, 15 jî li ser hesabê xwe dixebitîn.

Di raporê de hate ragihandin ku 23 jê karkerên jin, 7 jê karkerên koçber û penaber bûn. Karker herî zêde li Stenbol, Kocaelî û Enqereyê jiyana xwe ji dest dan.

Di 11 mehên destpêkê yên salê de 2 hezar û 17 karkeran jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî rapora ÎSÎG'ê ya sala 2020'î di nava tevahiya salê de 2 hezar û 427 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Sala 2019'an ev hejmar 1736, sala 2018'an 1923 û sala 2017'an jî 1970 karker bûn.