KNK’ê ji bo Haydar Işik peyama sersaxiyê weşand

Konseya Rêveber a Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) têkildarê wefata endamê damezrînerê KNK’ê Haydar Işik peyama sersaxiyê weşand û ragihand ku ew ê li ser şopa wî bimeşin.

KNK’ê ji ber wefata endamê damezrîner a kongreyê Haydar Işik peyameke sersaxiyê weşand û ragihand. “Wefata Mamosta Haydar, ji bo xebata welaparêzî û ji bo wêjeya Kurdistanî, windahiyek mezin e.”

Peyama KNK’ê bi vî rengî ye:

“Xebera xembar û dilsoj ya wefata endamê damerzêner yê KNK’ê Birêz Haydar Işik, gihişte me û em bi vê yekê gelekî xemgîn in. Birêz Haydar Işik, li Bakurê Kurdistanê li Dêrsimê, weke mamostayekî welatparêz di nava xebat û siyaseta Kurdistanî de bû. Di nava rêxistin û siyaseta Kurdistanî de xwedî cihekî diyar bû. Ji ber êrîş û zextên dewleta Tirk, bi awayekî mecbûrî derket Ewropa. Li Ewropa jî cihê xwe di nava xebata azadiya gelê Kurdistanê de stend. Birêz Haydar Işik ji damezrandinê pê ve bû endamê KNK’ê û heta dawiya emrê xwe li ser xeta neteweyî meşiya. Her wiha birêz Işik, yek ji endamê damerzîner ê Parlamenta Kurdistanê li Derveyî Welat (PKDW) jî  bû. Piştî wê jî bû endamekî damezrîner ê KNK’ê.

Birêz Haydar Işik, di heman demê de nivîskarekî welatparêz bû. Di xeta welatparêzî û Kurdistanî de xwedî gelek berhemên giranbiha ye. Taybetî li ser Terteleya (Jenosîde) Dêrsimê hem nivîsî hem jî ji bo ew tertele di asta navneteweyî de weke jenosîde bê naskirin, gelek kar jî kir. Wefata Mamosta Haydar, ji bo xebata welaparêzî û ji bo wêjeya Kurdistanî, windahiyeke mezin e.

Em ji ber wefata Birêz Haydar Işik gelek xemgîn in, xemgîniya malbatê û dostên wî par ve dikin. Bi vê munasebetê em ji hemî gelê Kurdistanê, xebatkarên şoreşê û malbata wî re sersaxiyê dixwazin.

Heval Haydar, bila çavên te di şûnde nemînin, em ê li ser şopa te bimeşin, em ê axîn û wesiyetên te pêk bînin.”