Xizmên windayan ji bo ‘Osmanoglû’ kom bûn

Xizmên windayan li aqûbeta Atîlla Osmanoglû pirsîn ê ku hêzên dewletê ew winda kiribû.

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê û Xizmên Windayan ji bo li aqûbeta qurbaniyên winda bipirsin û ji bo ku faîl werin darizandin di hefteya 671’emîn de li Parka Koşuyolu çalakiya heftane li dar xistin. Di çalakiyê de pankarta “Winda bila werin dîtin û faîl werin darizandin” hat vekirin û wêneyên windayan hat hildan. Di çalakiyê vê hefteyê de li aqûbeta Atîlla Osmanoglu yê di 25’ê adara 1996’an de piştî hatibû destgîrkirin û hatibû windakirin û hêj agahî jê nehatiye girtin, hat pirsîn. 

Serokê ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn axivî û diyar kir ku binpêkirina mafê mirovan berdewam dike û têkildarî vê yekê jî krîza aborî kûrtir dibe. Zeytûn anî ziman ku dewletek ku bi raboriya xwe re rûbirû namîne roja îro serî li bêhiqûqiyek din dide û dibe sedemê mirina girtiyê nexweş. Zeytûn da zanîn ku tevî raporên divê bên berdan jî girtiyên nexweş nayên berdan û jiyana xwe ji dest didin û girtiyê nexweş Halîl Guneş yek ji van mînakan e. 

Ji parêzerên ÎHD’ê Eylul Ozgultekîn behsa serpêhatiya windakirina Atîlla Osmanoglu kir û ji ber gef û zextên dewletê ew di sibata 1992’yan de ji navçeya Hezroyê koçî navenda Amedê kirine û bavê wî Muhyettîn Osmanoglu jî di sala 1994’an de 28 rojan di nezaretê de hatiye êşkencekirin û pişt re tê berdan. Ozgultekîn anî ziman ku di 25’ê Adara 1996’an de kesên cilên sivîl li wan, çek li ser wan û bêtel di destê wan de bûye bi darê zorê ji dikana wan revandine û ji wê rojê ve tevî hemû serlêdanan jî agahî jê nayê wergirtin. Ozgultekîn anî ziman ku tevî îtîrafan jî derbarê aqûbeta Osmanoglû de tu pêşketin çênabe. Ozgultekîn got “Ji ber ku ji hiqûqa navxweyî tu encam derbarê doza Osmanoglu dernekeve parêzer dosyeya wî dibin Dadeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) û serlêdan dikin. Ozgultekîn da zanîn ku DMME di meha çileya 2008’an de bi binpêkirina mafê mirovan Tirkiyeyê mehkûmî tezmînata madî ûı manevî kiriye.”

Tevî barîna zêde ya baranê jî çalakvanan ji bo Osmanoglu û hemû windayan deqîqeyek çalakiya rûniştinê li dar xistin û pişt re dawî li çalakiya vê hefteyê anîn.