Sevîl Tûrgût: Divê her kes xwedî li girtiyên nexweş derkevin

Hevseroka Şaxê ÎHD'ê Sevîl Tûrgût got, ji bo hîn bêhtir girtî nemirin divê her kes xwedî li girtiyên nexweş derkevin û piştgiriyê bidin malbatên girtiyan.

Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxê Enqereyê Sevîl Tûrgût diyar kir ku eger rojên bê têkildarî girtiyên nexweş gav neyê avêtin wê rewş girantir bibe û bang li her kesî kir ku xwedî li girtiyên nexweş derkevin. Sevîl Tûrgût li ser rewşa girtiyên nexweş ji ANF'ê re axivî.

Tûrgût anî ziman ku mirina Garîbe Gezer a li girtîgehê bandor li her kesî kir û diyar kir ku ji ber biryara nepenîtiyê ya ku li ser dosyayê hatiye dayin, fikara têkildarî kuştinê zêde kiriye.

Tûrgût xwest, têkildarî mirina Garîbe Gezer çend berpirsyar hebin divê lêpirsîneke xurt li hemberî wan bê kirin, sûcdar bên cezakirin.

Sevîl Tûrgût ragihand ku ÎHD ji bo girtiyên nexweş têkoşîna xwe dewam dike û got, "Girtiyên nexweş ji ber ku dixin ber qanûna 'têkoşîna li dijî terorê', nayên dermankirin. Em parêzvanên mafên mirovan, bi navê ÎHD'ê her hefte rewşa girtiyan dixin rojevê. Gelek girtiyên temendirêj hene; divê tavilê bêne berdan û bêne dermankirin. Lê belê mîna ku bi hiqûqa dijminatiyê nêzî girtiyan dibin. Mafê jiyanê tê binpêkirin. Girtî naxwazin biçin nexweşxaneyê, ji ber ku şert û mercên birina nexweşxaneyê gelekî nebaş e; di wesayitên rîngê de destê wan kelepçe dikin, di dema mûayeneyê de jî destê wan kelepçekirî ye. Gelek girtiyên nexweş ji ber ku kiryarên bi vî rengî neyê serê wan naçin nexweşxaneyê. Niha li girtîgehê gelek girtiyên bi nexweşiyên giran hene. Em her hefte rewşa girtiyên nexweş dixin rojevê."

Sevîl Tûrgût ev hişyarî da û bang kir, "Ev der Tirkiye ye; dibe ku her kes rojekê bê girtin. Ji bo girtiyên nexweş divê civak hemû hestiyar be."

Hevseroka ÎHD'ê ya Enqereyê Sevîl Tûrgût destnîşan kir ku heta daxwazên wan bêne qebûlkirin wê têkoşîna xwe dewam bikin û got, "Divê malbatên girtiyan hemû, her wiha parêzvanên mafên mirovan û civak tev dest bidin hev û ji bo girtiyên nexweş bikevin nava liv û tevgerê."