Li Îzmîrê operasyonên qirkirinê: 7 kes hatin destgîrkirin
Li Îzmîrê di operasyonên qirkirina siyasî de endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Emîn Orhan û nûçegihanê ETHA'yê Erturk Yilmaz jî di nav de 7 kes hatin destgîrkirin.
Li Îzmîrê di operasyonên qirkirina siyasî de endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Emîn Orhan û nûçegihanê ETHA'yê Erturk Yilmaz jî di nav de 7 kes hatin destgîrkirin.
Polîsan vê sibehê li Îzmîrê bi ser gelek malan de girtin. Di lêgerîna li malan de endamê Desteya Rêveberiya Navendê (MYK) a HDP’ê Emîn Orhan, nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) Erturk Yilmaz, endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Soyalîst (SGDF) Meryem Yildirim, Gul Ozdogan, Nazli Yoyler, Dîdar Gul û Ferhat Pehlîvan hatin destgîrkirin.
Sedema destgîrkirinê nehat zanîn û her heft kes birin Midûriyeta Polîsan a Îzmîrê.