Li hemberî zilma li ser girtîgehan li Stenbolê meşek hate lidarxistin

Platforma Saziyên Demokratîk li hemberî êşkenceya li girtîgehan ji Taksîm Tunelê heta avahiya HDP’ê meşiyan. Polîsan êrişî çalakiyê kirin û gelek kes destgîr kirin.

Platforma Saziyên Demokratîk li hemberî êşkence, zextên li girtîgehan û ji bo balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş xwestin bi şîara ‘Tecrîd û bêedaletî dikuje, azadî ji girtiyên nexweş re’ li Qada Tunelê ya Taksîmê daxuyaniyê bidin. Polîsan destûr nedan daxuyaniyê.

Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek, parlementerê HDP’ê Mûsa Pîroglû, Hevserokên HDP’a Stenbolê Îlknûr Bîrolû Ferhat Oncu, rêveberên HDP’ê yên navçeyan, endamên TJA’yê di nav de gelek kes tevlî çalakiyê bûn.

Polîsan biryara qedexekirinê ya kaymakamtiya Beyoglû nîşan dan û êrişî çalakgeran kir. Polîsan bi mertalên xwe nexwestin rojnameger dîmenan bigirin. Polîsan piştre êrişî girseyê kir û 8 kes destgîr kir.

Çalakgeran ji bo protestokirina vê rewşê ji Rêya Îstîklalê û Şîşhaneyê heta rêxistina HDP’ê ya Stenbolê meşiyan. Polîsan li vir jî pêşiya girseyê girt û 3 kes destgîr kir.

Ligel hemû astengiyan çalakgeran gihiştin qada Galatasarayê û li vir daxuyanî dan. Parlementerê HDP’ê Mûsa Pîroglû diyar kir ku girtîgeh bûne nexweşxane û di hefteyeke dawîn de 7 girtiyan li girtîgehê jiyana xwe ji dest dane. Pîroglû got “Li girtîgehan zilm heye. Girtîgeh bûne malên mirinê. Girtiyên nexweş di girtîgehan de ne lê kujerên jinan li derve ne.”