ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Destpêka berxwedana di sala 2021’an de ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd li Efrîkaya Başûr a ku welatê Mandela ya hate destpêkirin. Kampanyaya sendîkayên Îngîltereyê jî di asta global de li Ewropa, Emerîka, Efrîka û Awûstralyayê xwedî lê hate derketin.
- Gel û gerîlayên Kurd sala 2021'ê ku şer bi asta herî tund lê qewimî, ji berxwedanê neqeriya. Bi rikdarî, biryardiyeke mezin, bi vîn û azwerî li ber xwe dan û planên dewleta Tirk pûç kirin.
- Wekîlê AKP'ê Abdulhalat Arvas ku li Wanê nêzî 100 xizmên xwe li saziyên cemaweriyê bi cih kiriye, vê carê jî birayê şêwirmendê xwe kir midûrê Mala Doktoran a Wanê. Vê yekê kir ku Doktorê Sereke yê Nexweşxaneya Wanê Kamîl Yavûzer îstifa bike.
- Li wargeha KYK a Îdirê xwepêşandana xwendekaran a şermezarkirinê dewam dike. Polîsan bi gotina 'Me wêneyên we kişand, hûn ê bibînin' gef li xwendekaran xwarin.
- Di salvegera 43'an a Komkujiya Mereşê de wê çalakiyên şermezarkirinê bên şopandin.