ROJANE
Hemû Nûçe
-
Ji bo PE banga ‘Skoçya bi tenê nehêlin’
Piştî referandûma Brîtanyayê ku biryara ji YE derketinê hate erêkirin, têkîldarî serxwebûna Skoçyayê jî nîqaş zêde dibin. -
Siyasetmedarê Êzîdî Hasan Dûtar îadeyê Elmanyayê hate kirin
Siyasetmedarê Êzîdî Hasan Dûtar li ser daxwaza dewleta Elman li Danîmarkayê hate girtin û sewqî Hambûrgê hate kirin. -
Odeya Doktoran: Otopsiya 40 kesî hate kirin
Odeya Doktoran Stenbolê diyar kir, otopsiya 40 kesî ku di êrîşa duh de jiyana xwe ji dest dan hate kirin û dermankirina 150 kesî jî berdewam dike. -
Hejmara miriyên ji ber êrîşa li Stenbolê zêde dibe
Walîtiyê got, di êrîşa çekdarî û teqîna li Stenbolê de hejmara kesên mirin gihaşte 41'ê. Hin jêderkên din jî dibêjin hejmar gihaştiye 43'an. -
'Ozgur Gundem dengê xwezaya bê ziman e'
Piştgiriya ji bo rojnameya Ozgur Gundemê dewam dike. Parêzvanên xwezayê jî tevlî kampanya Rêveberiya Weşana Giştî ya Nobedar bûn. -
CÎK: Xwedî derketina li Şêx Seîd bi dijberbûna dewletê pêkan e
CÎK'ê diyar kir, ji bo ku mirov li Şex Seîd û hevalên wî xwedî derbikeve divê mirov mil bide têkoşerên ku li dijî vê dewleta zilmê şer dikin. -
Kurdên li Atînayê: Ji bo azadiya Ocalan em ê çalakiyên xwe bidomînin
Li Atînayê çalakiya ku ji bo azadiya fizikî ya Ocalan dewam dikir, bi mîtîngekê bi dawî bû. Hate gotin ku çalakî wê bidomin. -
Fezlekeyên Demîrtaş, Yuksekdag û 4 parlamenteran gihîştin ber destê dozgeriyê
Piştî rakirina destnedana parlamenteriyê, 8 fezlekeyên têkildarî 6 parlamenteran hatin amadekirin, ku Hevserokên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de hene, gihîştin ber destê Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê. -
Kurd wê li 8 welatan hikûmeta Elmanyayê protesto bikin
Li dijî polîtîkayên Elmanya yên li hemberî Kurdan, wê li gelek welatan çalakiyên protestoyî bên lidarxistin. KCDK-E ji bo çalakiyên li Swîsre, Îngilîstan, Elmanya, Fransa, Swêd, Awûstûrya, Hollanda û Kanadayê banga tevlîbûnê kir. -
HDP: AKP berpirsyarê êrîşê ye
HDP'ê komkujiya li Stenbolê şermezar kir û got, "Di rûdana van êrîşan de, berpirsyariya hikûmetên destekê didin êrîşkaran zêde ye." -
Artêşa Sûriyeya Nû li dijî çeteyên DAIŞ'ê dest bi operasyonê kir
Artêşa Sûriyeya Nû, li Bokemal a ser bi Dêra Zorê li dijî çeteyên DAIŞ'ê dest bi operasyonê kir. -
Nasnameyên 27 kesan hatin tespîtkirin
Ji 36 kesên di êrîşên li Balafirgeha Ataturkê mirin, nasnameyên 27 kesan tespît bûn. -
Sevda Çagdaş û Eylem Ataş li Wûppertalê hatin bîranîn
Şervana MLKP'ê Sevda Çagdaş (Raperîn Dîcle) û şervana BOG'ê Eylem Ataş (Cemre Heval) li Wûppertalê hatin bîranîn. -
Li Zurîch û Den Haagê çalakiyên ji bo azadiya Ocalan
Li bajarê Zurîch ê Swîsreyê û li bajarê Den Haag ê Hollandayê, çalakiyên kon ên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin destpêkirin, dewam dikin. -
Doza komkujiya Parîsê hat taloqkirin!
Doza komkujiya Parîsê, ku 3 siyasetmedarên Kurd ên jin lê hatin qetilkirin, ji aliyê heyeta dadgehê ve ji bo demeke nediyar hat taloqkirin. Parêzerên nerazîbûn nîşanî vê biryarê dan, tê payîn bi serokê dadgehê re hevdîtinê bikin. -
Li balafirgeha Ataturkê sê êrîşên xwekujî
Li Balafirgeha Ataturk a li Stenbolê, di encama sê êrîşên xwekujî de herî kêm 36 kes mirin, 147 jî birîndar bûn. -
Walîtiya Stenbolê: Di teqînê de 28 kes mirin
Walîtîya Stenbolê da xuyakirin ku di teqînan de ku li Termînala Xetên Derve ya Balafirgeha Ataturkê pêk hat, 28 kes mirine. -
Bekîr Bozdag: Di teqînan de 10 kes mirin
Wezîrê Edaletê yê Tirk Bekîr Bozdag got di 2 teqînan de ku li Balafirgeha Ataturk a Stenbolê pêk hatin, 10 kes mirine. -
Li Balafirgeha Ataturk a Stenbolê 2 teqînên cuda pêk hatin
Li Termînala Xetên Derve ya Balafirgeha Ataturk a Stenbolê, li 2 nuqteyan 2 teqînên cuda pêk hatin. Hate ragihandin ku di teqînê de herî kêm 10 kes mirine û kêmahî 50 kes birîndar bûne. -
Li Taksîmê ji ÎHD’ê ji bo Roboskiyê çalakî
Komîsyona Heqîqet û Edaletê ya Şaxê Stenbolê ya Komaleya Mafê Mirovan (ÎHD), bi daxwaza “Ji Roboskiyê Re Edalet, Berpirsyar Bên Darizandin” cara 54. li Qada Galatasarayê çalakî li dar xistin. -
‘Li hemberî şer û kuştinê em li gel hev in ‘
Koordînasyona Demokrasî û Kedê ya Stenbolê, bi dirûşma “Li Dijî Şer û Kuştinê Em Li Gel Hev in’ li Qada Galatasarayê çalakiya rûniştinê li dar xistin. -
Çalakiyên nobetê yên ji bo Azadiya Ocalan didomin
Çalakiyên kondanînê ku bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Ewropayê hatine vedan, dewam dikin. -
Polîs hem lê xist û hem jî li şopa çekê geriya
Rojnamevana kovara Yuruyuşê Ebru Yeşîl İrmak ku bi guleya polîs bi giranî birîndar bibû û beşek ji kezeba wê û pişika wê hatî jêkirin, çawa ku ji emelîyatê derket bû hedefa polîsan. -
Ciwanên Maînz ‘Komîna Şehîd Doga Jiyan’ îlan kir
NCKD a li bajarê Wîesbaden ‘Komîna Şehîd Doga Jiyan’ îlan kir. -
Li dijî AKP’ê/Qesrê banga ‘Eniya Demokrasiyê’
TTB, KESK, TMMOB û DÎSK’ê li dijî şerê AKP’ê/Qesrê ku li hemberî Kurdan û muxalîfan ragihandiye, banga avakirina 'Eniya Demokratîk' kirin.