Kurd wê li 8 welatan hikûmeta Elmanyayê protesto bikin

Li dijî polîtîkayên Elmanya yên li hemberî Kurdan, wê li gelek welatan çalakiyên protestoyî bên lidarxistin. KCDK-E ji bo çalakiyên li Swîsre, Îngilîstan, Elmanya, Fransa, Swêd, Awûstûrya, Hollanda û Kanadayê banga tevlîbûnê kir.

Li dijî polîtîkayên Elmanya yên li hemberî Kurdan, wê li gelek welatan çalakiyên protestoyî bên lidarxistin. KCDK-E ji bo çalakiyên li Swîsre, Îngilîstan, Elmanya, Fransa, Swêd, Awûstûrya, Hollanda û Kanadayê banga tevlîbûnê kir.

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Em polîtîkayên hikûmeta Elman ên girtin û krîmînalîzekirina Kurdan, ji nedîtî hatina komkujiyên li Kurdistanê û rewakirina van komkujiyên dewleta Tirk, şermerzar dikin. Bi awayekî vekirî dibêjin; ev yek êrîşek li dijî têkoşîna mafdar a gelê Kurd e."

'ENCAMA TÊKILIYÊN SIYASÎ YÊN QIRÊJ E'

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, dewleta Elman ji ber polîtîkayên qirkirin û qetlîamker ên dewleta Tirk, 11 siyasetmedarên Kurd ên xwedî statuya penaberiya siyasî ne girtiye û hat gotin, "Girtina van siyasetmedaran ku bi hincetên kêfî hatine kirin, encama têkiliyên siyasî yên qirêj ên hikûmeta Elman in. Ti bingeheke hiqûqî ya van girtinan nîne. Hikûmeta Elman bi rêya van girtinan, zext, astengî û qedexeyên derdixîne pêşiya meş, mîtîng û festîvalên Kurdan, zêde kiriye. Hikûmeta Elman bi vî rengî hêz û destekê dide polîtîkayên dewleta Tirk ên ji bo qetilkirina Kurdan. Lewma hikûmeta AKP'ê hê bi çavsorî êrîş dike."

DAXWAZ

Di daxuyaniyê de ev daxwazî hatin kirin:

"Divê hikûmeta Elmanya, dest ji êrîşên xwe yên li hemberî Kurdan berde. Komkujiyên li Kurdan tên kirin bibîne û rexne bike.

Qedexeya li ser PKK'ê ya 20 sal in li Elmanyayê dewam dike, tevî hemû encamên xwe ji holê bê rakirin.

Girtiyên siyasî yên Kurd ên li girtîgehê werin berdan. Dozên li hember siyasetmedarên Kurd hatine vekirin bên betalkirin, lêpirsîn bên qedandin.

Hewldanên hêzên îstîxbaratê yên ji bo ajankirina ciwanên Kurd bên bidawîkirin.

Di serî de li eyaleta Baden Wurttemberê, hemû danekirin/cezayên îdarî yên ji ber qanûna rûniştinê ya li Elmanyayê hatine dayîn, bên rakirin."

DEM Û CIHÊ ÇALAKIYAN

Li gorî daxuyaniya KCDK-E cih û dema çalakiyan bi vî rengî ne:

30'Ê HEZÎRANÊ

Zurîch - Swîsre
Cih: Pêşiya Konsolosxaneya Elman
Saet: 16.00

Bern - Swîsre
Cih: Casîno Platz
Saet: 15.00
 
1'Ê TÎRMEHÊ

London - Îngilîstan
Cih: Embassy of Federal Republic of Germany, 23 Belgrava Square/ Chesham Place London SW1X8PZ
Saet: 13.00
 
Berlîn - Elmanya
Cih: Nobeda li pêşiya Parlamenta Federal a Elmanya
Hefteyê 3 rojan, heta 1'ê Îlonê
Saet: 15.00
 
Parîs - Parîs
Cih: Pêşiya Sefaretxaneya Bilind a Elmanya
Saet: 13.30

Stockholm - Swêd
Cih: Pêşiya Sefaretxaneya Bilind a Elmanya
Saet: 13.00
 
Viyana - Awûstûrya
Cih: Gauermanngasse 2, 1010 Wien
Saet: 10.00-11.00

Den Haag - Hollanda
Cih: Pêşiya Sefaretxaneya Bilind a Elmanya
Saet: 18.00-20.00
 
Amsterdam - Hollanda
Cih: Pêşiya Konsolosxaneya Elman (Hoonthorstraat 36)
Saet: 12.00-15.00
 
4'Ê TÎRMEHÊ

Toronto - Kanada
Cih: Pêşiya Sefaretxaneya Bilind a Elmanya
(2 Bloor St East Toronto Kanada)
Saet: 13.00."