'Ozgur Gundem dengê xwezaya bê ziman e'
Piştgiriya ji bo rojnameya Ozgur Gundemê dewam dike. Parêzvanên xwezayê jî tevlî kampanya Rêveberiya Weşana Giştî ya Nobedar bûn.
Piştgiriya ji bo rojnameya Ozgur Gundemê dewam dike. Parêzvanên xwezayê jî tevlî kampanya Rêveberiya Weşana Giştî ya Nobedar bûn.
Kampanya Rêveberiya Weşana Giştî ya Nobedar a rojnamevan, nivîskar û rewşenbîran dewam dike. Parêzvanên xwezayê jî cihê xwe di nava vê kampanyayê de girtin.
Ji Platforma Parastina Ava Periyê Eren Akyol, ji Dsteya Parastina Mûnzûrê Gulten Kahraman û Hasan Şen, ji Platforma Hawirdorê ya Bakirtepeyê Aynûr Yilmaz tevlî civîna rojnameyê bûn û li ser nûçeyan pêşniyarên xwe kirin.
Ji Desteya Parastna Mûnzûrê Hasan Şen di civînê de axivî û got: "Em ji xwe xwezayê têdikoşin. Rojnameya me jî dibe dengê me. Lewma piştgiriya ji bo rojnameya dibe dengê me, yek ji erkên me yên sereke ne."
Piştî Şen, ji Platforma Parastina Ava Periyê Eren Akyol axivî û diyar kir, ji ber ku wan nobed dewr girtine ew ser bilind in û got: "Hemû kesên ku ji xwe re dibêjin ez mirov im, parazvanê mafê mirovan im divê li vir bin." Akyol Rojnameya Ozgur Gundemê tenê dengê gelên Tirkiyeyê nîne, dengê xweza, sewal û nebatên bê ziman in.