Siyasetmedarê Êzîdî Hasan Dûtar îadeyê Elmanyayê hate kirin

Siyasetmedarê Êzîdî Hasan Dûtar li ser daxwaza dewleta Elman li Danîmarkayê hate girtin û sewqî Hambûrgê hate kirin.

Siyasetmedarê Êzîdî Hasan Dûtar li ser daxwaza dewleta Elman li Danîmarkayê hate girtin û sewqî Hambûrgê hate kirin. Kurdên ku li ber Dadgeha Eyaletê ya Hambûrgê li hev civiyan, zextên Elmanyayê protesto kirin, daxwaza berdana Dûtar kirin.

Navenda Yekîtiya Komelên Êzîdiya (NAV-YÊK) bi daxuyaniyek nivîskî li Danîmarkayê girtina Hasan Dûtar û îadekirina Elmanyayê ku jixwe li vir dijî, şermezar kir. Dûtar ê li Kopenhagê tê darizandin, di rûniştina 8’ê Hezîranê de bereet kiribû, lê di derketina dadgehê de bi emrê Europol ê girtinê ve hate binçavkirin. Sala 2012’an, li ser daxwaza Danîmarkayê, Dûtar li Elmanyayê hatibû binçavkirin û îadeyî Danîmarkayê hatibû kirin.

Di çalakiya protestoyî ya li ber Dadgeha Eyaletê ya Hambûrgê de li ser navê NAV-YÊK’ê daxuyanî hate dayîn, hate diyarkirin ku Dûtar jixwe li Elmanyayê dijî, ji bo  dozeke dihate darizandin çibû Danîmarkayê. Di daxuyaniyê de li Danîmarkayê girtina Dûtar wek rewşek bi nakok hate nirxandin.

Hevserokê NAV-DEM’ê Bahattîn Dogan di axaftina xwe de diyar kir ku divê li hember polîtîkayên zext û kirîmînalîzekirina dewleta Elamanyayê bê rawestandin, ji bo azadiya Hasan Dûtar û hemû girtiyên siyasî banga azadiyê kir. Di çalakiya protestoyî de ku çapemeniya Elman eleqeyek zêde nîşan da, bi dirûşmên “Dawî li zextan bînin” û “ Ji bo girtiyan azadî” bi dawî bû.

Li ser daxwaza Elmanyayê Cîhan I. û Zekî Eroglû yên ku li Swêdê hatibûn binçavkirin jî li Stokholmê tên girtin. Tê payîn ku di rojên li pêşiya me de Eroglû îadeyî Elmanyayê bikin. Di rewşa heyî de niha 5 siyasetmedarên Kurd li gorî xala 129. a Qanûna Cezaya Elmanyayê tên darizandin. Li gel Hasan Dûtar 10 Kurd bi sûcên “Endamên rêxistinên terorê ne ku li derveyî welat xebatê didin meşandin” di girtigehên Elmanyayê de ne.