ROJANE
Hemû Nûçe
-
Quretiya Erdogan: Lêborîna ji Rûsyayê, peymana bi Îsraîlê
Desthilatariya AKP'ê ku li qada navneteweyî ji her alî ve dor lê hatiye girtin, di nava rojekê de li pêşberî sê welatan paş de gav avêt. -
Doznameya Komkujiya Enqereyê ya 10’ê Cotmehê amade bû
Di doznameya Komkujiya Enqereyê de tê xwestin, her yek ji 36 bersûcan 100 carî bi cezayê ragirtina heta bi hetayê werin cezakirin. Der heqê 17 kesan de jî biryara, "neşopandinê’’ hate standin. -
Darizandina parêzerên Ocalan: Dosyaya amadekarên dosyayê hate xwestin
Rûniştina doza ku parêzerên Rêberê Gelê Kurd Ocalan dihatin darizandin berdewam e. -
Ferhat Tûnç: Em piştgiriyê bidin hev û li ber xwe bidin
Kampanyaya Rêveberiya Weşanê ya Nobedar ku ji bo Ozgur Gundemê hatiye destpêkirin didome. Ferhat Tûnç nobed dewr girt û goti kesek wê nikaribe rastiyan binixumîne. Tûnç banga piştgirî û berxwedanê kir. -
Di êrîşa xwekujî ya li Bexdayê de 7 kes mirin
Di êrîşa xwekujî ya duh êvarê ya li hemberî Mizgefta Ebû Xerîb a li herêma Zêdan a Bexdayê de 7 kes mirin, 22 kes birîndar bûn. -
Tirkiye û Îsraîlê mutebakat îmze kirin
Tirkiye û Îsraîlê mutebakat îmze kirin. Nûnerên her du aliyan, ev metna mutebakatê li welatê xwe îmze kirin. -
Li Helebê 8 sivîl hatin qetilkirin
Li Helebê, di encama bombebaran û şerê di navbera hêzên rejîma Sûriyê û çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê de, 5 jê zarok 8 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. -
Kalkan: Wê bi xurtî hesab ji Erdogan bê pirsîn
Kalkan: Di dema nêz de wê berxwedana gerîla mezintir bibe. Xweparastinê xwe îspat kir. Şerê deşt û bajaran wê bê meşandin. Serhildan wê xurt bibe. -
'AKP'ê doza Fîlîstînê ji bo berjewendiyên xwe bi kar anî'
Pisporê Rojhilata Navîn rojnamevan Fehîm Taştekîn peymana navbera desthilatdariya AKP/Qesr û Îsraîlê nirxand û diyar kir, hikûmeta AKP'ê doza Fîlîstînê ji bo berjewendiyên xwe bi kar aniye. -
Li Ewropayê çalakiyên ji bo azadiya Ocalan dewam dikin
Çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li gelek bajarên Ewropayê destpê kirine, dewam dikin. -
Lêgerînerên edaletê di 16'ê Tîrmehê de li hev dicivin
SGDF wê bi şiyara "Ti xewn wê nîvco nemîne" di 16'ê Tîrmehê de şevekê lidar bixe û ji Gezî heta Roboskî, ji Soma heta Pirsûsê lêgerînerên edaletê li hev bicivîne. -
'Li dijî zilma AKP'ê divê her kes fitrên xwe bişînin Kurdistanê'
Endama Şûra CÎK'ê Semra Temel diyar kir, li dijî zilma AKP'ê divê Kurdên li Ewropayê dijîn, fitrên xwe yên îsal bişînin Bakurê Kurdistanê û got, "Di roja îro de, piştgiriya ji bo Kurdan wezîfeya her Misilmanî ye." -
Rewşa Yeşîlirmak a ku polîsan birîndar kir baş e
Emeliyata Nûçegîhana kovara Yuruyuş Ebrû Yeşîlirmak ku bi guleya polîsên Tirk birîndar bibû, baş derbas bû. -
Welatparêzê Kurd Xelef Agirman jiyana xwe ji dest da
Xelef Agirman ê ku li eyaleta Saarland a Elmanyayê dijiya û demek dirêj xizmeta Têkoşîna Azadiya Kurdistanê dikir jiyana xwe ji dest da. -
Têkçûna Erdogan didome: Ji Rûsyayê lêborîn xwest
Hat diyarkirin ku Erdogan, têkildarî mijara xistina balafira Rusyayê ji Rûsyayê lêboarîn xwestiye. -
Li Elmanyayê der heqê Erdogan û hevkarên wî yên sûcan de serîlêdana darizandinê
Li Elmanya der heqê dîktatorê Tirk Erdogan û endamên hikûmetê û leşkerên ku şer bi rê ve dibin, ji ber sûcên şer ên li Kurdistanê werin darizandin serîlêdan hate kirin. -
Parlamenterê Fransî Coronado: Em ê xwedî li HDP’ê derkevin
Parlamenter Coronado di daxuyaniya çapemeniyê de ku li Parlamentoya Fransa hate lidarxistin, got: “Yekane hêza li dijî Tirkiye û hikûmeta AKP’ê têdikoşe HDP’e ye.” -
Ji bo 6 navên din jî lêpirsîna ‘Ozgur Gundemê’
Der heqê 6 navên din ku tevlî kampanya Ozgur Gundemê bibûn, lêpirsîn hate destpêkirin. -
Ji bo Şervanê YPG’ê Hardîng aktivîteya bîranînê
Şervanê YPG’ê yê Awûstûryayî Reece Hardîng, li ser gora xwe hate bibîranîn. -
Danûstandinên konseya hevpar a YNK-Goran ên li Bexdayê dewam dikin
Konseya hevpar a YNK û Tevgera Goran, di çarçoveya danûstandinên xwe yên li paytexta Iraq Bexdayê de bi serokwezîr, serokê parlamentê û lîderên partiyên siyasî re rûnişt. -
'Rêveberiya Weşana Giştî' Asli Erdogan dewr girt
Nivîskar Asli Erdogan ku 'Rêveberiya Weşana Giştî' ya Ozgur Gundemê dewr girt got, "Em ne li ba Ozgur Gundemê bin, wê demê em ê bikevin nav sûcê rastî." -
Li ber Parlamenta Yewnanîstanê çalakiya ji bo azadiya Ocalan
Çalakiya konê agahdarkirinê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytexta Yewnanîstan Atînayê duh destpê kir, dewam dike. -
Tecrîd û komkujiyên li Kurdistanê li Atînayê hatin şermezarkirin
Li paytexta Yewnanîstan Atînayê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk li Kurdistanê dike, hatin şermezarkirin. -
KNK'ê di roja piştevaniya îşkencebûyiyan de dewletên Tirk û Îranê şermezar kir
Konseya Rêveber a KNK'ê bi mebesta roja piştevaniyê ya li îşkencebûyiyan daxuyaniyeke nivîskî weşand û dewletên Tirk û Îranê yên weke îşkencekarên dîktator û şoven pênase kir, şermezar kir. -
Çalakiya li dijî tecrîdê ya li Amsterdamê di roja 5. de ye
Li paytext Amsterdamê, Kurd û dostên wan çalakiyên xwe yên ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan didomînin.