'Rêveberiya Weşana Giştî' Asli Erdogan dewr girt
Nivîskar Asli Erdogan ku 'Rêveberiya Weşana Giştî' ya Ozgur Gundemê dewr girt got, "Em ne li ba Ozgur Gundemê bin, wê demê em ê bikevin nav sûcê rastî."
Nivîskar Asli Erdogan ku 'Rêveberiya Weşana Giştî' ya Ozgur Gundemê dewr girt got, "Em ne li ba Ozgur Gundemê bin, wê demê em ê bikevin nav sûcê rastî."
'Rêveberiya Weşanê ya Nobedê' ku ji bo Ozgur Gundemê hatibû destpêkirin nivîskar Asli Erdogan dewr girt. Erdogan got, "Em ne li ba Ozgur Gundemê bin, wê demê em ê bikevin nav sûcê rastî" û diyar kir, ti cihêtiya derve ji girtîgehê nîn e.
Kampanyaya 'Rêveberiya Weşanê ya Giştî ya Nobedê' ku bi mebesta piştevaniya Ozgur Gundemê ji hêla nivîskar, rojnamevan û rewşenbîran ve hatiye destpêkirin berdewam dike. Di 55. roja kampanyayê de îro nivîskar Asli Erdogan nobed dewr girt. Erdogan tevlî hemû civînên rojnameyê bû û der barê serenavan de pêşniyarên xwe gotin.
Erdogan got, "Di serdemeke wiha de, ku em ne li ba Ozgur Gundemê bin, wê demê em ê bikevin nav sûcê rastî" û diyar kir, Ozgur Gundem ji bo gelên Tirkiyeyê bûye nîşaneyek û bi bombeyên salên 90’î û îro jî bi girtinan ji zextan re bûye hedefa sereke. Erdogan got, "Îro em dîsa salên 90’î dijîn. Bombeyên ku berê hebûn niha jî cihê xwe ji girtinên belesebep re hiştine."
Erdogan bal kişand ser lêpirsîn û girtinên li ser kesên ku tu tevlî kampanyayê dibin û der heqê girtinan de got, "Ji bo dewletê hetîketî ye." Erdogan di dewama axaftina xwe de got, "Hetiketiya dewleta Tirk e ku der heqê rewşenbîr, rojnamevan û nivîskarên piştevaniyê dikin de lêpirsînê vedike û wan digire. Eger ji bo ku bûye piştevan mirovek were girtin êdî mirov dikare bibêje ku aqil avêtine."
'TI CIHÊTIYA KUÇEYAN JI GÎRTÎGEHÊ NEMAYE'
Erdogan got, "tiştekî ne qenc e ku mirov têkeve girtîgehê, kes naxwaze lê wek ti rêyeke ku mirov bikaribe li derve bimîne jî nemaye" û bi berdewamî anî zimên ku ti cihêtiya derve ji zindanan nemaye.
Erdogan diyar kir, ji ber sedema bûne piştevanên Ozgur Gundemê her 3 kes bi taybetî hatine hilbijartin û got, "Yek ji kesên dibe ku piştre were girtin ez jî bim, ku armanc ji van girtinan ew be ku peyamê bidine derveyî welêt. Ez jî bêhtir li derveyî welêt têm nasîn."