Danûstandinên konseya hevpar a YNK-Goran ên li Bexdayê dewam dikin
Konseya hevpar a YNK û Tevgera Goran, di çarçoveya danûstandinên xwe yên li paytexta Iraq Bexdayê de bi serokwezîr, serokê parlamentê û lîderên partiyên siyasî re rûnişt.
Konseya hevpar a YNK û Tevgera Goran, di çarçoveya danûstandinên xwe yên li paytexta Iraq Bexdayê de bi serokwezîr, serokê parlamentê û lîderên partiyên siyasî re rûnişt.
Heyeta ji konseya hevpar di destpêkê de bi Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî re hevdîtin kir. Li dû vê hevdîtinê, endamên heyetê bi lîderê Partiya Tifaq û Yekîtiyê Ûsame Nûceyfî û Serokê Konseya Îslamê ya Bilind Omer Hekîm re rûniştin.
Heyeta ku duh bi nûnerên Neteweyên Yekbûyî yên li Bexdayê re jî danûstandin kir, îro bi Serokê Parlamenta Iraqê Selîm Cîbûrî re hevdîtin kir.
Heyeta konseya hevpar ku ji Ala Talabanî, Bextiyar Şawis, Şivan Dawîdî yên YNK'yî û Hûşyar Abdullah, Kawa Mİhemed û Serwa Abduhwahîd ên ji Tevgera Goran pêk tê, li ser peymana 16'ê Gulanê ya havbera her du aliyan, agahî da. Hat ragihandin, di van hevdîtinan de pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê jî hatin nirxandin.
Heyetê di hevdîtinan de destnîşan kir, ku peymana navbera her du aliyan li dijî ti aliyekî siyasî yan jî partiyekê nîne, peyman ji bo yekîtiyê hatiye çêkirin û dixwazin pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê jî bi rêya diyalogê çareser bikin.
Di çarçoveya nêrîn û pêşniyarên xwe yên çareseriyê de heyetê xwest, her kes bikeve nava tevgerê, îmtiyaz û mafên gelê herêma Kurdistanê bên naskirin û mûçeyên ku mafê rewa yê pêşmergeyan e, bên dayîn.
Aliyên ku heyetê bi wan re hevdîtin kirin dan zanîn, ku peymana navbera her du partiyan ji bo çareseriya pirsgirêkên li Kurdistana federe û Iraqê girîng e û divê diyaloga navbera aliyan timî hebe.
Tê payîn, heyeta konseya hevpar di çarçoveya danûstandinên xwe yên li Iraqê de îro bi Serokê Koalîsyona Dewleta Qanûnî Nûrî Malîkî re hevdîtinê bike.