Li ber Parlamenta Yewnanîstanê çalakiya ji bo azadiya Ocalan
Çalakiya konê agahdarkirinê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytexta Yewnanîstan Atînayê duh destpê kir, dewam dike.
Çalakiya konê agahdarkirinê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytexta Yewnanîstan Atînayê duh destpê kir, dewam dike.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Yewnanîstanê, bang li her kesî kir, ku destekê bidin çalakiyê.
Konê li meydana Sîndagma ya li ber Parlamenta Yewnanîstanê hatiye vedan, wê heta sê rojan her roj saet di navbera 18:00-23:00 de vekirî be.
Di çarçoveya çalakiyê de, bi dehan ciwanên Kurd kincên ji wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li xwe kirine û belavokan belav dikin. Parêznameya Ocalan a Atînayê ya bi zimanê Yewnanî hatiye tercûmekirin, ji mirovên tên serdana çalakiyê re tê dayîn.
Ciwan belavokên bi zimanê Îngilîzî didin tûrîstên li meydana Sîgdagmayê. Di çalakiyê de dirûşma "Bijî Serok Apo" tê qîrîn.