Di êrîşa xwekujî ya li Bexdayê de 7 kes mirin
Di êrîşa xwekujî ya duh êvarê ya li hemberî Mizgefta Ebû Xerîb a li herêma Zêdan a Bexdayê de 7 kes mirin, 22 kes birîndar bûn.
Di êrîşa xwekujî ya duh êvarê ya li hemberî Mizgefta Ebû Xerîb a li herêma Zêdan a Bexdayê de 7 kes mirin, 22 kes birîndar bûn.
Berdevkê Operasyonên Bexdayê Seed Meen li ser vê êrîşê daxuyaniyek da û diyar kir, êrîş li hemberî welatiyên nimêj dikirin hatiye kirin.
Seed Meen got, di êrîşê de 7 kes mirin e, 22 kes jî birîndar bûne. Lê çavkaniyên herêmî dibêjin, herî kêm 40 kes mirin e.
Hêzên ewlekariyê dor li cihê bûyerê girtin. Birîndar rakirin nexweşxaneyên li derdorê.