Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi mebesta roja piştevaniyê ya li kesên ku di îşkenceyê re derbas bûne û êş kişandine daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyanê de tê destnîşankirin, ku her çend 26’ê Hezîranê ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve weke roja piştevaniyê ya li îşkencebûyiyan hatiye diyarkirin, di rewşa îro de li tevahiya dinyayê hê jî bi milyonan însan, bi zexta çînî, dînî û neteweyî dijîn.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser rewşa gelên Kurdistanî jî; Kurd, Asûrî, Suryanî, Keldanî û Ermenî û hwd. di bin tepeserî û zextên bê mînak ên çînî, dînî û netewî de ne.
Konseya Rêveber a KNK’ê işaret bi zilm û zordariya dewletên Tirkiye û Îranê kir û da zanîn, ku li zîndanên van her du dewletan bi hezaran mirovên Kurdistanî tên ragirtin, rojane zilmeke giran li wan tê kirin û tevî îşkenceyê, bi cezayê mirinê hatine mehkûmkirin.
KNK'ê da zanîn, hejmarek ji van kesan, keç û jinên temen ciwan in û li van her du dewletan dikevin ber hemû cûreyên destdirêjiyê.
Di daxuyaniyê de bi mebesta rojê, piştgirî ji kesên rastî îşkenceyê tên û berxwedana ji bo jiyaneke mirovane tê meşandin re hat nîşandan.
KNK'ê di dawiya daxuyaniya xwe de, pêkanîn û kiryarên van her du dewletan weke îşkencekarên totalîter, dîktator, şovenî û dagirker pênase kir û bi tundî şermezar kir.