Tecrîd û komkujiyên li Kurdistanê li Atînayê hatin şermezarkirin

Li paytexta Yewnanîstan Atînayê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk li Kurdistanê dike, hatin şermezarkirin.

Bi sedan Kurdistaniyên li paytexta Yewnanîstan Atînayê li hev civiyan, ji Omanîa heta ber Sefaretxaneya Bilind a Tirk meşiyan. Kurdistaniyan tecrîda li ser Ocalan û êrîşên qirkirinê yên li Kurdistanê şermezarkirin.

Di vê meşa danê êvarê li cihekî tûrîstîk hat kirin de, li ser armanca çalakiyê gelek belavok hatin belavkirin.

Çalakgeran di meşê de alên HDP, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên komkujiyên ji aliyê AKP'ê ve hatine kirin, hildan. Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî berxwedana Nisêbînê", "Kujer Erdogan" û "Terorîst Tirkiye" hatin qîrîn.

Di dema meşê de girseya gel li ber Nûnertiya Yekîtiya Ewropayê çalakiya rûniştinê pêk anî û dirûşmên "Bijî berxwedana Şirnexê", "Bijî Serok Apo" qîriya.

Çalakgeran dûre meşa xwe dewam kirin, xwe gihandin ber Sefaretaxneya Bilind a Tirk û li vir mîtîngek pêk anîn. Ji Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Kendal Semsûr li mîtîngê axivî û diyar kir, Kurd wê bi ti awayî ji azadiya xwe venegerin.

Semsûr got, "Gelê me ji bo azadiyê timî berdêl da. Pêwîstî bi kîjan berdêlî hebe, wê bê dayîn û em ê dest ji Kurdistana azad bernedin. Heta ku Serok Apo li Îmraliyê girtî be, wê Tayyîp Erdo nikaribe bi rehetî li qesra xwe razê."

Çalakî bi qîrîna dirûşman qediya.