Çalakiya li dijî tecrîdê ya li Amsterdamê di roja 5. de ye
Li paytext Amsterdamê, Kurd û dostên wan çalakiyên xwe yên ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan didomînin.
Li paytext Amsterdamê, Kurd û dostên wan çalakiyên xwe yên ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan didomînin.
Li paytexta Hollanda Amsterdamê, çalakiya li ser banga KCDK-E ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat destpêkirin, di roja pêncemîn de ye.
Kurdistanî, şoreşgerên Tirkiyeyî û Hollandayî tevlî çalakiyê bûn. Ji dostên Kurdan Petra Nederlander di peyameke bi Îngilîzî şand û daxwaza azadiya gelê Kurd û Ocalan kir.
Hevserokê berê yê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Ramazan Batmanî jî ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan banga mezinkirina çalakiyan kir û got, "Heta ku Rêberê me azad nebe, Kurdistan azad nabe." Batmanî jî welatparêzan û dostên Kurdan daxwaza neçûyînê ya Betlanê kir.
Çalakiya ku belavokên bi zimanên Îngilîzî û Hollandî lê hatin belavkirin, 4 saetan dewam kir.