Ji bo Şervanê YPG’ê Hardîng aktivîteya bîranînê

Şervanê YPG’ê yê Awûstûryayî Reece Hardîng, li ser gora xwe hate bibîranîn.

Şervanê YPG’ê yê Awûstûryayî Reecet Hardîng (Bagok Serhat), li bajarê Gold Coast li ser gora xwe hate bibîranîn. Malbata Hardîng, hevrêyên Hardîng û Kurdistanî beşdarî bîranînê bûn.

Bîranîn bi Sirûda Neteweyî ya Awûstûrya û Ey Reqîbê ve destpê kir, di bîranînê de dayik û bavê Hardîng axivîn.

Di aktivîteyê de peyamên NCKD ên Sîdney, Malboûrne, Adelaîde, KNK û PYD’ê hatin xwendin.

Piştî ku Kanî Bemal ê 9 salî helbesta ji bo Hardîng ê YPG’yî nivîsandibû xwend û şûn de aktivîte bi sirûda Çerxa Şoreşê ve bi dawî bû.

 

...