ROJANE
Hemû Nûçe
-
PDK êdî partiyeke Enqereyê ye -Amed Dîcle
Di şerê AKP'ê li hemberî Kurdan îlan kiriye de PDK bi fîîlî cih digire. Rêxistina îstîxbaratê ya PDK'ê 'Parastin' weke yekîneyeke MÎT'ê dixebite. Li qereqolên PDK'ê yên li hemû herêmên pêkan e PKK'yî lê hebin, efserên Tirk bi cih bûne. -
KCDK-E, ji bo çalakiya Elewiyan a li Strasboûrgê banga tevlîbûnê kir
KCDK-E, ji bo çalakiya îro ya Konfederasyona Yekîtiyên Elewiyan a Ewropayê îro li bajarê Fransa Strasboûrgê tê lidarxistin, banga tevlîbûnê li hemû mirovên pêşverû û demokrat kir. -
Li NY destlênedan hatin axaftin
Parlamenterê HDP’ê yê li NY axivî, bal kişand ser rakirina destlênedanan, got; “Tiştê ku tê hedefkirin, siberoja gelan e.” -
Li Viyana, Den Haag û Amsterdamê ji bo azadiya Ocalan çalakî didomin
Çalakiyên Nobedê yên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Ewropayê hatin destpêkirin, dewam dikin. -
Sekreterê Giştî yê RSF’ê Deloîre: Em hemû Şebnem in
Bloka Aştiyê, tevlî “Nobeta Azadiyê” bû ku li ber Girtîgeha Sergirtî ya Jinê ya Bakirkoyê bi armanca serbestberdana Fîncanci, Onderoglû, Nesîn ên ji ber piştevaniya bi rojnameya Ozgur Gundemê hatin girtin tê lidarxistin. -
Nobeda Ji Ocalan Re Azadî didome
Çalakiya Nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku nûnerên saziyên Kurd ên li Ewropayê dewir girtibûn, bi tevahî coşa xwe dewam dike. -
Elewî wê li dijî faşîzma AKP’ê li Strasboûrgê bimeşin
Elewiyên li Ewropayê, xwe amade dikin ku bi şîara ‘Ji Cihêtiyê, Asîmîlasyonê û Şer re na!’ li Strasboûrgê meşek girseyî li dar bixin. -
Li Elmanya û Hollandayê ‘çalakiyên kondanînê’ didomin
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê, çalakiyên kondanînê yên têkîldarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên qirkirinê yên ku AKP/Qesr li Bakurê Kurdistanê dimeşîne, dewam dikin. -
NAV-DEM ji bo pêvajoya nû amade ye
NAV-DEM’ê ji bo pêvajoya nû plansaziyên xwe temam kirin. NAV-DEM a ku wê hê bi organîze bixebite, ji bo endamtiyê jî bang kir. -
Li Osmaniyeyê li dijî xeta petrolê çalakî
Fermandariya Hevpar a Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) da xuyakirin ku li Osmaniyeyê li dijî xeta petrolê çalakiya sabotajê li dar xistine. -
Rojnamgerên Sînornenas hatin Tirkiyeyê
Rojnamegerên Sînornenas, li ber Girtîgeha Metrîsê civiyan, girtin şermezar kirin û banga piştevaniyê kirin. -
Demîr: Bi piştevaniyê em ê zextan têk bibin
Kampanyaya Hevrêveberiya Weşanê ya Giştî ya Nobedar a bi mebesta piştevaniya li Ozgur Gundemê hat destpêkirin, li gel hemû zext û zordariyan û girtinan berdewam dike. -
Ji bo Kulter li Bernê çalakî hat lidarxistin
Li paytexta Swîsre Bernê, bi pêşengiya Komeleya Mafên Mirovan daxuyaniyek hat dayîn û li aqûbeta rêveberê DBP'ê yê Şirnexê Hûrşît Kulter hat pirsîn, ku piştî li Şirnexê hat binçavkirin, agahî jê nayê girtin. -
Çalakiyên ji bo azadiya Ocalan ên li Ewropayê dewam dikin
Çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarên Hîldesheîm, Munchen, Amsterdam, Viyana û Stockholmê dewam dikin. Çalakiya li Viyanayê bû hedefa êrîşa faşîstan. -
'Plana AKP'ê ya qeyûm wê bi ser nekeve'
Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan, endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya ESP'ê Sedat Şenoglû û Hevserokê Devrîmcî Partî Ûfûk Gollu diyar kirin, plana AKP'ê ya desteserkirina şaredariyên DBP'yî wê bi têkoşîna gelan têk biçe. -
Li Londonê eleqeyeke zêde li çalakiya kondanînê
Çalakiya kondanînê ku bi mebesta daxwaza azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo 10 rojan, li hin paytaxtên Ewropayê hatibû lidarxistin, li Londonê eleqeyeke zêde heye. -
Di hevdîtinên destûra destlênedayîna leşkeran de alozî
Di Meclîsa Tirk de, di hevdîtinên destûra girêdayî hikûmetê ya têkîldarî lêpirsîna polîs û leşkeran de alozî derketin. -
Li Elmanyayê di serdegirtina sînemayê de kesek hate kuştin
Li bajarê Vîernheîm ê Elmanyayê hate ragihandin ku kesê hate îdîakirin, li hember salona sînemayê plan dikir ku êrîşê li dar bixe hatiye kuştin. -
Ji bo azadiya Ocalan banga navneteweyî
Gelek parlamenterên Ewropayî û parazvanên mafên mirovan ên ku li ber Konseya Ewropayê civiyan, ji bo azadiya Ocalan bangawazî kirin. -
Li Parîs û Nurnbergê çalakiyên kon ên Ocalan dewam dikin
Li gelek navendên Ewropayê çalakiyên kon û nobetê yên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dikin. -
Sendîkaya Brîtanyayî ya ji 1.3 mîlyon endaman, ji bo Kurdan banga piştgiriyê kir
Unison, ku duyemîn sendîkaya mezintirîn a Brîtanyayê ye, di konferansa xwe ya salan e de li ser mijara Kurdan civîneke taybet lidar xist. -
Demîrel li Meclîsê pirsî: Hûrşît Kulter li ku ye?
Cîgira Serokê Koma HDP'ê ya Parlamenterê Çaglar Demîrel, rewşa rêveberê DBP'ê yê Şirnexê Hûrşît Kulter ê bi rojan e agahî jê hatiyê girtin, xist rojeva Meclîsê. -
Nobeda Ozgur Gundemê Babahan dewr girt
Kampanyaya "Rêveberiya Weşana Giştî ya Nobedariyê" îro rojnamevan Ergun Babahan dewr girt. -
Çalakiya ji bo azadiya Ocalan a li Stockholmê dewam dike
Çalakgeran li ser rewşa dawî ya li Kurdistan û Tirkiyeyê belav belavkirin û ji bo azadiya Ocalan îmze dan hev. -
Ji bo azadiya Ocalan li Frankfûrt, Hambûrg û Dusseldorfê çalakî
Li bajarên Frankfûrt û Dusseldorfê yên Elmanyayê, çalakiyên konê agahdarkirinê yên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dikin. Li Hambûrgê jî di heman çarçoveyê de mîtîng hat lidarxistin.