'Plana AKP'ê ya qeyûm wê bi ser nekeve'

Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan, endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya ESP'ê Sedat Şenoglû û Hevserokê Devrîmcî Partî Ûfûk Gollu diyar kirin, plana AKP'ê ya desteserkirina şaredariyên DBP'yî wê bi têkoşîna gelan têk biçe.

Nerazîbûna li hemberî plana "qeyûm" a hikûmeta AKP'ê zêde dibe. Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan da xuyakirin, ku plana AKP'ê ya li hemberî Şaredariyên DBP'ê gavek ji polîtîkayên şer e û got, "Li ser desthilatdariya AKP'ê û Serokkomar, ji bo eciqandina daxwazên demokratîk ên gelê Kurd, şer û komkujiyên li bajarên herêmê tên kirin, di asteke nû de dewam dikin. Bi taybetî, piştî ku destnedana parlamenterên HDP'yî hat rakirin, şaredariyên herêmê bûn hedefa êrîşê."

Gurkan bibîr xist, ev dorpêçiya li ser şaredariyên herêmê, tiştekî nû nîne û got, "Tevî ku ev şaredariyan timî di bin kontrolê de ne, dibin hedefa lînca siyasî û propaganda derewan a Serokkomar û nûnerên desthilatdariyê. Bi girtin, binçavkirin û qutkirina budçeyê hewl dan bikin ku şaredarî nikaribin ji cihê xwe bilive, nikaribe kar bike. Niha jî bi qeyûman gef li şaredariyên herêmê tê xwarin. Ev polîtîka provayên dîktatoriyê û encama polîtîkayên şer e. Ji aliyekî ve hewl didin vîna siyasî ya gelê Kurd bigire, li aliyê din jî, eger bi van operasyonan bi ser bikevin dixwazin bi pêkanînên bi heman rengî ve hemû şaredariyên mûxalîf bêdeng bikin. 'Têkoşîna li dijî terorê' hinceteke ji bo avakirina sîstema dîktatoriyê hatiye afirandin e."

Gurkan destnîşan kir, ku hêzên demorkasiyê bi têkoşîna hevpar dikarin van êrîşan bişikînin û got, "Her gava desthialtdarî ji bo dîktatoriya yek partiyê bavêje, wê têkoşîneke girantir li ser me ferz bike. Hêzên ked, demokrasî û aştiyê, divê li hemberî van êrîşan helwestê nîşan bidin û ev yek ji duh bêhtir pêwîst û lezgîn e."

ŞENOGLÛ: PROJEYEK JI BER SIYONÎZMA ÎSRAÎLÊ HATIYE AFIRANDIN

Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya ESP'ê Sedat Şenoglû ji bo vê amadekariya AKP'ê got, "Ji kîjan alî ve bê nirxandin bila were nirxandin, pêkanînek cihê şermê ye. Ji ber ku erkên nûnerên ji aliyê gel ve hatine hilbijartin, ji destê wan tên girtin. AKP/Qesr a ku bi hilbijartinan nikarîbû bi ser bixista, hewl dide bi zor û şîdetê bi dest bixe."

Şenoglû diyar kir, ev plana qeyûm wê bi tenê li bajarên herêmê nemîne û destnîşan kir, CHP jî di nav de wê hemû şaredariyên mûxalîf bigire nava xwe.

Şenoglû da zanîn, ev pêkanîn serdema 12'ê Îlonê tîne bîra mirovan û wiha pê de çû: "Di serdema 12'ê Îlonê de qeyûm li şaredariyan hatibû wezîfedarkirin û rayedarên leşkerî serokatiya şaredariyan kiribûn. Generalên 12'ê Îlonê çi kiribin, AKP jî heman tiştî dike. AKP'ê bi gotina 'Ji wesayeta leşkerî, ji 12'ê Îlonê hesab dipirsim' deng da hev. Niha polîtîkayên 12'ê Îlonê dixe meriyetê."

Şenoglû plana qeyûm şiband pêkanîn siyonîzma Îsraîlê yên li ser xaka Fîlîstînê û got, "Projeyek ji ber siyonîzmê hatiye derxistin e. Heman pêkanîna mêtîngeriya Îngilîzan e, ku li xaka Hîndîstanê bi cih anî. Pêkanîneke mêtîngeriyê ye."

Şenoglû diyar kir, rejîma AKP/Qesrê vê darbeyê bi desteserkirina şaredariyan didomîne û wiha dewam kir: "Di sala 2014'an de ev hatibû plankirin. Lê belê ji ber berxwedana gelê Kurd nekarî bi cih bê. Niha bi dewamkirina darbeyê ve êrîşî nûnertiya siyasî ya gelê Kurd dike."

Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya ESP'ê Sedat Şenoglû destnîşan kir, ku desthilatdarî wê nikaribe xwe bigihîne armanca xwe û got, "Gelê Kurd, li hemberî giraniya şer li ber xwe da. Wê berxwedana xwe mezintir bike. AKP/Qesr guleyê berdide lingê xwe. Bi belavbûna vê pêkanînê ve wê li rojavayê welêt jî dengê nerazîbûnan zêde bibe. Mîna ku Birêz Demîrtaş got, cihê ku divê qeyûm lê bê wezîfedarkirin Qesr e. Desthilat bi karên ne li rê û bertîlê li cîhanê rezîl bûye, vê dike. Bêguman di dîrokê de wê bersiveke ji vê re were dayîn."

GOLLU: PIŞTEVANIYA GELÊ KURD JÎ HEDEF TÊ GIRTIN

Hevserokê Devrîmcî Partî Ûfûk Gollu ev plana AKP'ê weke desteserkirina vîna gel binav kir. Gollu bal kişand ser rakirina destnedana parlamenteran û got, "Piştî parlamenteran niha dor hatiye şaredariyan."

Gollu da zanîn, tê xwestin hemû destketiyên tevgera azadiyê ya Kurd bên talankirin û ev nirxandin kir: "Weke partiyên ji pêkhateyên HDK'ê em li Geverê bûn. Me li wê derê rola şaredariyê dîtin. Ji bo ji nû ve avakirina bajarê hat xerakirin, me rola girîng a şaredariyê, rêxistinbûyîna piştevaniyê dîtin. AKP vê piştevaniyê jî dike hedef."

Gollu bibîr xist siyasetmedarên DBP'yî bi rêjeya ji sedî 90'î ya dengan hatine hilbijartin û got, "AKP vê vîna gel tine dihesibîne û faşîzmê dide rûniştandin. Dixwaze li gorî dilê xwe qanûnê derxîne, li gorî daxwaza xwe qeyûm li cihekî bi cih bike."

Gollu diyar kir, ew ê teslîmî van polîtîkayên desthilatdariya AKP'ê nebin, ew ê ji gelê li rojava re rastiayn vebêjin û got, "Dixwazin rengekî topyekûn gelê Kurd teslîm bigirin. Li hemberî vê polîtîkayê em ê li cem gelê Kurd, li cem DBP'ê bin. Em ê piştgiriyê bidin gelê Kurd."