ROJANE
Hemû Nûçe
-
CDK-F’ê banga tevlîbûna mîtînga li Strasboûrgê kir
CDK-F, banga tevlîbûna mîtînga ku 25’ê Hezîranê wê ji bo azadiya Ocalan a fîzîkî li Strasboûrgê bê lidarxistin, kir. -
Demîrtaş: Ozgur Gundem sûcên wan eşkere dike, lewma hedef tê girtin
Demîrtaş nerazîbûneke tund nîşanî girtina kesên piştgirî dane Ozgur Gundemê da. Demîrtaş diyar kir, AKP bi pêkanînên darbeyê radibe û li dijî hewldanên desteserkirina şaredariyên DBP'yî jî banga piştevaniyê kir. -
Fîncanci: Ji hêla dewletê ve girtin şanaziyek e
Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci: Di serdemeke wiha de ku em li vir bin ev tê wê wateyê ku em tiştên baş dikin. Li Tirkiyê girtina ji hêla dewletê ve şanaziyek e ji bo me. -
YRD: Em girtina Fîncanci, Enderoglû û Nesîn bi tundî şermezar dikin
YRD'ê, girtina Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci, rojnamevan Erol Enderoglû û nivîskar Ahmet Nesîn bi tundî şermezar kir. YRD'ê got, 'Ji bo bidawîkirina vê rewşa sosret, em li bendê ne ku hemû hêz û saziyên pêwendîdar dengê xwe bilind bikin." -
Rojnamevan: Em ji bo Ozgur Gundemê amade ne
Gelek rojnamevan, bi mebesta piştevaniya Ozgur Gundemê li buroya navendî ya rojnameyê gihaştin hev. Di deqa piştevaniyê de ku 108 rojnamevanan mohra xwe danîn binî, peyama, 'em amade ne' hate dayîn. -
Can Dundar: Em piştgiriyê bidin Ozgur Gundemê
Can Dundar, ji bo rojekê bû midûrê weşana giştî ya rojnameya Ozgur Gundemê. Dundar nerazîbûn nîşanî girtinên duh da û banga piştgiriyê kir. -
'Ne Ozgur Gundem bêdeng dibe, ne jî rewşenbîrên Tirkiyeyê!'
Midûrê Karên Nivîsê yê Ozgur Gundemê Kizilkaya û Seroka Şaxê ÎHD'ê yê Stenbolê Karataş diyar kirin, girtina Fîncanci, Onderoglû û Nesîn nikarin çapemeniya azad bêdeng bike. -
Aydar: Plana AKP'ê ya têkbirinê, têk çû
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar li civîneke gel a li paytexta Norwêc Osloyê axivî û diyar kir, AKP negihaştiye armanca xwe û plana wê ya bi navê têkbirinê bi xwe têk çûye. -
Ji bo azadiya Ocalan li gelek bajaran kon hatin vedan
Kurdistanî li gelek bajarên Ewropayê daketin qadan û li gel çalakiya nobedê ya li Strasboûrgê, kon vedan û bi heman armancê dest bi çalakiyê kirin. -
Fermandarê Spahên Îranê Silêmanî gefa şerê çekdarî li dewleta Behreynê xwar
Fermandarê Spahê yê Hêzên Dervê yê Îranê Qasim Silêmanî, li ser girtina Rêberê Şîayên Behreynê Şêx Îsa Qasim daxuyaniyek da û got: “Şaxekî vî agirê ku li Behreyn pêkeve wê tevahî welatên Kendavê jî bi xwe re bişewîtîne.” -
Koçber ne kelûpel in!
Platforma Antîkapîtalîst, bi wesîleya Roja Koçberan a Cîhanê li Qada Galatasarayê çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de peymana di navbera YE û Tirkiyeyê de hate şermezarkirin, wiha hat gotin: “Koçber ne kelûpel in.” -
Ji TGC’ê ji ber girtina 3 rojnamegeran nerazîbûn
Ji ber girtina 3 rojnamegerên ku gerînendetiya nobedar a weşana giştî ya rojnameya Ozgur Gundemê kirin, nerazîbûnek jî ji Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGC) hat. -
Ji Ozgur Gundemê têkildarî girtinan daxuyanî
Ozgur Gundemê, bertek nîşanî girtina ‘Gerînendeyên Nobeda Weşana Giştî’ da û wiha got: “Tevî hemû astengî û zextan jî kesên ku piştgiriyê didin me û vê kampanyayê, em pir girîng dibînîn.” -
Ji bo azadiya Ocalan li Stockholmê kon hate vedan
Kurdistaniyên ku li paytexta Swêd Stockholmê dijîn, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bidawîkirina êrîşên qirkirinê yên li ser gel Kurd ên li Bakurê Kurdistanê, li qada Medborgarplastsen kon vedan. -
Li Parîsê çalakiya kon a ji Ocalan re azadî
Li paytexta Fransa Parîsê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya kon a 10 rojan destpê kir. -
HDP’ê ji bo penaberan pêşniyarên xwe yên çareseriyê eşkere kirin
Wekîlên HDP’ê Ozgokçe Ertan, endamê Desteya Rêveberiya Navendî Agaoglu û endamê Meclîsa Partiyê Kar, der heqê kêşeyên penaberan daxuyaniya çapemeniyê dan. Di civînê de têkildarî kêşeya penaberan pêşniyarên çareseriyê û daxwaz hatin rêzkirin. -
‘Gerînendeyên Nobedar ên Weşana Giştî’ yên Ozgur Gundemê hatin girtin
Der barê Fîncanci, Nesîn û Onderoglû yên ku piştgiriya Ozgur Gundemê kirin de biryara girtinê hate dayîn. -
Li Hollandayê çalakiyên kon: Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistan re statu
Li Hollandayê ji bo azadiya Ocalan a fîzîkî û ji Kurdistanê re statuyê çalakiya kon hate lidarxistin. -
Tirkiyeya demokratik ji her kesî re lazim e - Selahadîn Erdem
Derdikeve holê ku Erdogan jî di rastiyê de pergala serok-dewletiyê naxweze. Eger di rastiyê de pergala serok-dewletiyê bixwaze û di pergala îro ya netewe-dewleta faşîst de guherînê bixwaze, ma dibe ku hinde dijminahiya Kurdan bike? -
Ji Rêxistina Efûyê ji bo koçberan banga ‘Derî vekin’
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, ji bo pirsgirêka koçber û daxwazên wan di nava çalakiyan de bû. -
Parêzer Atalay: Erdogan ne 'Serokê Şaredariyên Tirkiyeyê’ ye
Ji Parêzerên Piştevaniya Taksîmê Can Atalay bersiv da Serokkomarê Tirk Erdogan ê ku dîsa got wê li Parka Gezî Leşkergeha Topavêjan bê avakirin. Atalay got ew Serokkomar e, “ne Serokê Şaredariyên Tirkiyeyê ye.” -
Dergaha Elewiyan a Monte le Jolîe kongreya xwe pêk anî
Dergaha Elewiyan a Pîr Sûltan Abdal a li banliyoya Monte le Monte ya Parîsê, kongreya xwe ya yekemîn pêk anî. -
'Em li benda bersiva Konseya Ewropayê ne'
Nûnerên saziyên Kurd ên li Strasboûrgê nobeda azadiyê digirin bal kişandin ser zêdeyî 10 mîlyon îmzeyên ji bo azadiya Ocalan hatine hevdan û tevî Konseya Ewropayê (KE) ji hemû saziyên navneteweyî xwestin, bikevin nava tevgerê. -
Daxwaza girtina Prof. Şebnem Korûr Fîncanci, Erol Onderoglû û Ahmet Nesîn hat kirin
Prof. Şebnem Korûr Fîncanci, Erol Onderoglû û Ahmet Nesîn ên tevlî kampanyaya gerînendiya weşana giştî ya nobedar a ji bo rojnameya Ozgur Gundemê bûn, daxwaza girtina wan hat kirin. -
Doza Mûsa Anter taloqî 26'ê Îlonê bû
Velî Kuçuk ê ku diviya weke şahid di doza Mûsa Anter de lê bihate guhdarî kirin, tevlî rûniştina dozê ya li 6. Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê nebû.