ANALÎZ

Tirkiyeya demokratik ji her kesî re lazim e - Selahadîn Erdem

Derdikeve holê ku Erdogan jî di rastiyê de pergala serok-dewletiyê naxweze. Eger di rastiyê de pergala serok-dewletiyê bixwaze û di pergala îro ya netewe-dewleta faşîst de guherînê bixwaze, ma dibe ku hinde dijminahiya Kurdan bike?

Derket holê ku Tayip Erdogan di rastiyê de pergala serokdewletiyê naxwaze. Lewre naxwaze pergala netewe dewletê ya heyî biguhere. Her çiqas xwe wek guherînxwaz bide nîşan û di pratîkê de pergalê Tirk guherandî jî binav bike, di rastiyê de ji aliyê siyaset û ferasetê de di pergala netewe dewletê de ti guherînan pêknayne. Tayip Erdogan dixwaze tevahiya selahiyet û erkan bixe bin destê xwe. Dixwaze pergala Şefitiya Millî ya 1930 û 1940 î cardin vegerîne. Ango dîktatoriya take-mirovî sazkar bike.

Bêguman ev seranser pergala 1940 î ya Îsmet Înonû bi xwe ye. Herwiha ev siyaseta Erdogan bi ya Kemal Kiliçdaroglu re hevreng e. Lewre Kemal Kiliçdaroglu jî li ser şopa Îsmet Înonû ye. Mirov dikare vêna di niqaşên li ser pergala serok-dewletiyê de bi awayekî vekirî bibîne. Kemal Kiliçdaroglu hizir dike ku wê pergala serok-dewletiyê pergala rêveberiya eyaletê bîne Tirkiyeyê û wê ev jî bibe sedemê parçebûna Tirkiyeyê wisa jî li dij derdikeve. Tayip Erdogan jî bi niqaşên li ser pergala serokdewletiyê destpê kir û niha jî gihiştiye pergala kevin a 'Şefitiya Millî' ango serok-komariya bipartî.

Ya ku Erdogan û Kiliçdaroglu wiha dide hizirkirin û li ser xaleke hevpar digihîne hevdu jî bêguman feraset û siyaseta dij-Kurdîtî ye. Ango feraseta ku di zaroktiyê de li dibistanan fêr bûne, dike ku ew jî wiha hizir bikin. Kemal Kiliçdaroglu ku Kurdekî Dersîmî û Elewî ye gava hat ser rêveberiya CHP ê gelekan got; wê CHP ji pergala faşîzma netewe-dewletê ya berê dûr bikeve û xeteke ji demokrasiyê re vekirî hêvî kiribûn. Tayîp Erdogan jî bi sozên guherîn û nûkirinê hatibû ser kar û hêviyekî wisa afirandibû.

Lê kesên ku ji bo herduyan jî xwedî hêvîdariyên wisa bûn, dîtin ku çewt fikirîne. Derket holê ku herdu jî mîlîtanên dilsoz yên pergala netewe-dewletê ya faşîst in. Çima? Lewre nikarin li derveyê pergala netewe-dewletê ya faşîst hizir bikin, bifikirin. Ji aliyê feraset û berjewendiyê ve bi pergalê ve qewî girêdayî ne. Her çiqas behsa demokarasî û guherînê bikin jî bi awayekî hovane parastina pergala netewe-dewletê ya faşîst dikin. Li Tirkiye, Rojhelata Navîn û li cîhanê dibin parastvanên statûkoya kevneperest. Çima? Lewre bi feraseta dijminajiya Kurdan ve hatine perwerdekirin, sedem ew e.

Tekane pîvana feraset û siyaseta wan heye, ew jî; dijberî û dijminahiya Kurdan e. Wek nimûne: Kemal Kiliçdaroglu difikire ku wê pergala serok-dewletiyê ya li Amerîkayê Tirkiye parçe bike. Difikire ku eger di pergala niha de guherîneke herî piçûk jî çêbe wê Kurd ji wê feyde bigirin û Tirkiye parçe bibe. Pergalên federatîf wek cudaxwazî binav dike. Herwisa jî diçespîne ku di rastiyê de bi Dewlet Baxçelî re di heman ferastetê de ye. Ferqa di navbera wan de ev e ku Baxçelî vekirî diaxive û wisa jî dilebite. Kiliçdaroglu bêtir bi rûpoş e û xapînok e.

Zelal e ku siyaset û feraseta Tayip Erdogan jî ji Kiliçdaroglu û Baxçelî ne cuda ye. Xwestina serok-dewletiyê ti cudahiyê di navbera wan de çênake. Derdikeve holê ku Erdogan jî di rastiyê de pergala serok-dewletiyê naxweze. Eger di rastiyê de pergala serok-dewletiyê bixwaze û di pergala îro ya netewe-dewleta faşîst de guherînê bixwaze, ma dibe ku hinde dijminahiya Kurdan bike? Diyar e ku ne mûmkin e. Lewre guherîna di vê pergala faşîst û pergala serok-dewletiyê wê ji bo Kurdan jî hind feydeyan biafirîne û lazim e ew jî qebûl bike.

Lê Tayip Erdogan di warê dijberî û dijmaniya Kurdan de bi Dewlet Baxçelî re di heman ferasetê de ye. Gotinên wî yên rojên dawiyê didin nîşan ku Baxçelî jî li paş hiştiye. Wek mînak, dibêje: yan wê serî bitewînin, yan jî serî bidin. Ango yan wê teslîm bibin yan jî wê bêne tinekirin. Ji bo Kurdan li derveyî teslîmbûn û tinebûnê ti rê nahêle. Şerê tinekirênê yê li dijî Kurdan wek; şerê ji mirovê yekê heta yê dawiyê binav dike. Yên azadiya Kurdan dixwazin wek çend xayînan binav dike û dibêje wê tev de bêne tinekirin.

Gotinên Tayip Erdogan ku li pêş polîsên kujer yên dişandin Kurdistanê bilêv kirî, dide diyarkirin ku di rastiyê de ew çiqas dijminê Kurdan e. Derdikeve holê ku tekane berpirsyarê komkujî û talanên li Kurdistanê hatîn kirin Erdogan e. Bi awayekî vekirî fermana kuştina Kurdan û wêrankirina Kurdistanê dide. Erdogan herwisa şîretên biryardariya di vî derbarî de jî li wan dike. Ev jî dide xuyakirin ku yên bêbiryar an jî yên naxwazin fermana Erdogan bicîh bînin jî hene.

Mirov dikare li ser kujerî, dijminahiya Kurdan û barbariya Erdogan gelek tiştan bibêje, lê divê mirov li ser du xalan baş bisekine. A yekê: Tayip Erdogan gava komkujiya li Kurdistanê dike nêrîn û angaşta bilêv dike, vala û rizî ne. Ya duduyan jî: Erdogan herçiqas xwe bibiryar bide nîşandan jî di hundirê xwe de valahiyeke kûr dijî. Lewre dizane ku kirinên wî sedîsed sûcên li dijî mirovahiyê û komkujî ne. Dîsa baş dizane ku hêza pêkanîna kiryarên xwe de ketiye.

Dêna xwe bidinê Erdogan hema bêje 24 saet û bênavber kar dike, xwe diperitîne. Bi her kesî re kom dibe û bi her karî re têkildar e. Şevek li Enqere û yek li Stenbolê ye. Car jî bi dizî ve li Mêrdîn an jî bajarekî din yê Kurdan e. Her şev li gelek fitaran xwarinê dide. Baş e, çima? Diyar e ku kes bi dilxwazî fermana Erdogan a şer bicih nayne. Li Tirkiye û cîhanê dijberiya şer pir zêde ye. Tayip Erdogan serdema herî zeyîf a desthelata xwe dijî. Êdî dema dawî ya desthelata Erdogan hatiye û dawiya wî jî nêzîk e.

Tayip Erdogan dixwaze her heyînên dîrokî û civakî yên Kurdan birûxîne û her tiştî li ser bingeha tirkitiyê ji nû ve sazkar bike. Vê jî dispêre feraseta ku her kesên li Tirkiyeyê dijîn tirk in. Feraseta Erdogan a tekparêziya netewe-dewletê bi MHP û CHP ê re heman feraset e. Dibêje; tirk, Kurd ereb her kesê li Tirkiyeyê dijî tirk e. Yan wê herkes bibe tirk an jî derkeve û biçe.

Diyar e ku ev xwesteka Erogan ji dagirkeriya klasîk jî derbas dibe û rasterast wek komkujî encam dide. Ew ji derve hatiye û axa Kurdan dagir dike. Piştre jî 'Ev der welatê me ye, eger hûn teslîm nebin, derkevin herin.'dibêje. Ji bo gihiştina vê armancê jî tevahiya derfetên civaka li Tirkiyeyê jî sefreber dike. Ciwanên Kurd ji bo şerê qirêj dişîne Kurdistanê. Li ber Rusya û Îsraîlê jî destê xwe vedike, lavakarî dike. Li Tirkiyeyê jî teroreke faşîst a seranser pêktîne.

Baş zelal e ku faşîzm û dijminahiya Tayip Erdogan jî Tirkiye dike welatekî dîktatorî ya faşîst. Ev kiryara faşîst çawa ku li dijî Kurdan komkujiyê pêktîne, wisa jî tavahiya civaka Tirkiyeyê di bin zexta faşîzmê de dihêle. Eger wiha berdewam be û êrîşkariya faşîzma Erdogan neyê astengkirin wê Tirkiye bi sendromeke ruhî û ferasetî re rûbirû bimîne.

Tevgera azadiyê û gelê Kurd bi qehremanî li dijî desthilatiya faşîst û şerê topyekûn a Erdogan li ber xwe dide. Kurd ji bo Tirkiyeyeke demokratîk û Kurdistaneke azad her tiştên xwe datînine holê. Lê Tirkiyeya demokratîk ne tenê ji bo Kurdan e. Ji bo her ferdên li Tirkiyeyê dijîn lazim e. Herwisa ji bo tevahiya gelên li Rojhelata Navîn û ji bo mirovahiyê jî  pêwist e. Lewre bi zelalî tê dîtin ku desthilata AKP ê li serê tevahiya mirovahiyê bûye bela. 

Yek jî em vêna diyar bikin: wê netewe-dewleta faşîst a li Tirkiyeyê hilweşe, li dewsa wê demokrasiyeke li ser bingeha çareseriya Tirkiyeyê ava bibe. Bileqsê îdiaya Erdogan Tirkiye dikare jinûve avakirina demokratîk a li Tirkiyeyê bi pêş bixe. Tirkiye dikare jinûve avakirina demokratîk a bingehîn bilezgînî sazkar bike. Vaye ev dem ew dem e. Dema rûxandina statûkoparêziya netewe-dewletê hatiye. Wezîfeya dîrokî û şoreşgerî ya demokratîk bênavber pêkanîna vê armancê ye.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA