ROJANE
Endama Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Hêlîn Umît destnîşan kir ku desthilatdarî hewl dide pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji demê re bihêle û got, “Divê her kes baş bizane ku di pêvajoyê de her tişt di rê de nîne.”
Li ser navê girtiyên Apoyî Denîz Kaya daxuyanî da û diyar kir ku Rêber Apo dixwaze xeyalên nîvcomayî yên Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê li ser bingeha komara demokratîk bi yekîtiya azad tacîdar bike.
Remzî Kartal bi bîr xist ku ji 24'ê Gulanê ve hevdîtin bi Rêber Apo re nayê kirin, dibe ku ev astengî ji ber lihevnekirina li ser qanûna çarçoveyê be û got, "Qanûn eger bêyî nêrîna Rêber Apo û Tevgerê bê amadekirin, dibe ku pêvajoyê mirî jidayik bike."
Helbestvan Ahmet Tellî yê li Enqereyê koça dawî kir, bi merasîmekê ber bi Goristana Karşiyakayê hate oxirkirin ku lê bê veşartin. Di bîranînê de helbestên Tellî hate xwendin û qala wêje û têkoşîna wî hate kirin.
Hevserokê Giştî yê OHD'ê parêzer Serhat Çakmak anî ziman ku merasîma şewitandina çekan destpêka demeke nû ye û got, ji bo rêveçûna pêvajoya aştiyê di serî de qanûna çarçoveyê divê garantiyên hiqûqî tavilê bêne afirandin.
Hemû Nûçe
-
-
-
-
-
Tirkiyeyê hemû qanûnên neteweyî û navneteweyî binpê kir
Nûnerê TÎHV'ê Coşkûn Ustercî li konferansa li NY axivî û diyar kir, Tirkiyeyê di şerê li dijî PKK'ê de hemû qanûnên neteweyî û navneteweyî binpê kiriye. Parêzer Gamze Yalçin jî destnîşan kir, ku binpêkirina mafên mirovan derketiye asta herî bilind.
-
-
Îşkenceya li Ozdemîr ê HPG'yî tê kirin, dewam dike!
Îşkenceya di dema girtina Denîz Ozdemîr ê HPG'yî destpê kir, li girtîgehê jî dewam dike. Ewilî cerdevan û leşkerên Tirk cixare li ser bedena wî vemirandin. Hat hînbûn gelek hestiyên Ozdemîr hatine şikandin.
-
-
-
'Em ji bo edaletê li hev bicivin'
Malbatên şehîdên Gezî, Roboskî, Enqere û Pirsûsê diyar kirin, ew ê dest ji têkoşîna xwe ya ji bo edaletê bernedin û bang li her kesî kirin, ji bo edaletê li hev bicivin.
-
-
-
Pirtûka Ocalan li Barcelonayê bal kişand
Pirtûka yekemîn a Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku bi zimanên Spanyolî û Katalanî hatiye tercûmekirin, li Barcelonayê bi civînekê hat nasandin.
-
-
Ji Gelê Teroyan ji bo HDP’ê ziyaret
Gelê Teroyan ê ku li dijî wargeha çeteyan li ber xwe dide, li Enqereyê çû serdana HDP’ê. Di ziyaretê de peyamên domandina berxwedanê hatin dayîn.
-
-
-
-
Kalkan: Divê civaka Tirkiyeyê li dijî zilma Erdogan rabe
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan: Divê civaka Tirkiyeyê karibe ji vê zilma Erdogan re bêje 'êdî bes e'... Divê destûr ji dîktatoriya faşîst re neyê dayîn. Pêwîste yekîtiya şoreşgerî bê avakirin û bi cih bê anîn.
-
-
Di doza Nûrcan Arslan de rewşa sosret a dadgeriya Tirk
13. Dadgeha Cezayê Giran a Bakirkoyê, dema rûniştina dadgehkirina keyayê berê Abdullah Melîh Bariş ê Nûrcan Arslan qetil kir, bêyî ji malbata Arslan û parêzerên wan re bêje guherand. Dadgehê li rûniştina ku kes nebû, îfadeya kujerê jinê girt.
-
-
-
-