ROJANE
Hemû Nûçe
-
Ji taxên herî mezin ên Fellûceyê Hey Şuheda ji DAIŞ’ê hate girtin
Fermandariya Hevpar a Operasyona Rizgarkirina Fellûceyê da xuyakirin ku ketine taxa herî mezin a li başûrê Fellûceyê. -
Hunermendên Elman: Paraleliya Erdogan û Hîtler tirsnak e
Hevkariya Serokwezîra Elmanya Angela Merkel û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, di navbera hunermendên Elman de rê li ber bertekên mezin vekirin. -
Ji PE hewldana xwedîderketina li parlamenterên HDP’î
Endamên PE, diyar kir ku AKP û Erdogan di hişmendiya Çerxa Navîn de israr dikin. Di civînê de bal kişandin ser êrîşên qirkirinê û daxwaz kirin ku vegerin “Pêvajoya Çareseriyê.” -
PE: Divê pêşî li rejîma Erdogan bê girtin!
Serokên Komên li PE li dijî darbeya li hemberî HDP'ê û êrîşên rejîma Erdogan derketin û ji bo astengkirina vê yekê dikevin nava tevgerê. Li civata giştî ya PE wê rakirina destnedanê û êrîşên dewleta Tirk bên nirxandin. -
Rûsya: Konvoyek ji Tirkiyeyê, çek ji DAIŞ'ê re bir
Rûsyayê ragihand, wan konvoyeke ji Tirkiyeyê çek ji çeteyên DAIŞ'ê re dibir, tespît kirine. -
Elîaçik: AKP wê parçe bibe
Îhsan Elîaçik diyar kir, çi zû çi dereng hemû dîktatorî mehkûmî têkçûnê ne û destnîşan kir, ku AKP wê di demeke nêz de ji hev bikeve, parçe bibe. -
Sariyildiz li Dresdenê bi heyeta Partiya Çep re rûnişt
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, li Parlamenta Eyaletê ya li bajarê Elmanya Dresdenê, bi heyetek ji Partiya Çep re rûnişt. -
Ceylan: KE û CPT tawanbar in
Hevserokê KCD-E Mûrat Ceylan nerazîbûn nîşanî bêdengiya Ewropayê ya li pêşberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û bang li saziyên Ewropayê kir, ku bes bêdeng bin. -
Erdogan rakirina destnedanan erê kir
"Pêşnûmeya derbeyê" ya ku HDP'ê hedef digire û "destnedana parlamenteran" radike, piştî guhertina Destûra Bingehîn ji hêla Serokkomar Tirk Erdogan ve hat qebûlkirin. -
ÎHD: Divê ÛNÎCEF lêborînê bixwaze
ÎHD’ê ji ber ÛNÎCEF’ê li ser daxwaza Wezareta Edaletê daweta xwe ya ji bo tevlîbûna ÎHD’ê ya ji bo projeyekê vekişand, banga lêborînê lê kir. -
Parlamenterên Ewropî wê piştgiriya bi HDP’ê re ragihînin
Endamên Parlementoya Ewropayê wê sibehê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ve piştgiriya xwe ya ji bo HDP’iyan ragihînin. -
Li Polonyayê bi piştgiriya NATO’yê tetbîqata leşkerî destpê kir
Li Polonyayê, bi tevlîbûna leşkerên endamên welatên NATO’yê ve tetbîqata mezintîrin a 25 salên dawî destpê kir. -
Li wargeha penaberan a li Elmanyayê şewata bi guman: 21 birîndar
Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê, li salona ji penaberan re hatibû veqatin şewat derket. Di şewata ku herî kêm 21 penaber jehrî bûn de, hate diyarkirin ku pêşî li karesatek mezin hatiye girtin. -
Artêşa Iraqê ket taxek Fellûceyê
Artêşa Iraqê ya li Fellûceyê bi pêş diçe, da xuyakirin ku ketine Taxa Şehîdên Yekem a Fellûceyê. -
Heta ku AKP erê neke qetlîamker nayên darizandin
AKP, ji bo ku yên ku li Kurdistanê qetlîam kirine neyên darizandin îmza li ser pêşnûmeyek nû da. Pêşnûme, ji bo ku darizandina qetlîamkeran şertê erêkirina Wezîr û Serowezîr dide pêş. -
Julîde Kûral: Em piştgiriyê bidin çapemeniya Kurd
Di kampanyaya "Gerînendeya Weşanê ya Giştî ya Nobedar" a ji bo rojnameya Ozgur Gundemê de hunermend Julîde Kûral nobed dewr girt -
Weşana li ser teqîna li Stenbolê hat qedexekirin
Weşana li ser çalakiya li hemberî wesayîta polîsan a li Veznecîler a Stenbolê hat qedexekirin. -
Li Munchenê çalakiya 'Girtiyên siyasî yên Kurd berdin'
Li Munchenê, ji bo serbestberdana girtiyên siyasî yên Kurd çalakiyek hat lidarxistin. -
Di teqîna li Stenbolê de 7 polîs mirin, 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
Waliyê Stenbolê da xuyakirin, ku 7 polîs mirin e, 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dane. Tê gotin, hejmara polîsên mirin e zêdetir e. -
Li Stenbolê li hemberî wesayîta polîsan êrîşa bombeyî
Li Beyazit a Stenbolê, di dema derbasbûna wesayîta hêza polîsan de teqînekê rû da. -
Komên ji Mulhouse û Dusseldorfê Nobeda 'Ji Ocalan re Azadî' digirin
Çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Fransa Strasboûrgê tê meşandin, vê hefteyê ji aliyê komên ji Mulhouse û Dusseldorfê ve dewr hat girtin. -
Sariyildiz û Arnold Vaatz li hev civiyan
Serokê Koma Parlamentê yê Demokratên Xiristiyan Arnold Vaatz di hevdîtina bi Sariyildiz re diyar kir, mijara komkujiya Cizîrê dikare biçe ber destê dadgehên navneteweyî. -
MLKP: Hezar silav li şervanê birûmet û azadiyê Ebû Leyla
MLKP'ê, ji bo Fermandar Faysal Ebû Leyla yê ku di operasyona Minbicê de şehîd ket peyamek weşand. MLKP’ê di peyama xwe de soza tolhildana Ebû Leyla dan. -
Însiyatîfa Ciwanên Şoreşger bîlançoya çalakiyên meha Gulanê eşkere kir
Însiyatîfa Ciwanên Şoreşger bîlançoya çalakiyên meha Gulanê eşkere kir. Hate diyarkirin ku Însiyatîfên Jinên Ciwan ên Şoreşger bombeyên deng avêtine Weqfa Ensar a li Kartalê û xisarek madî danê. -
Artêşa Iraqê 2 santralên Fellûceyê ji DAIŞ’ê standin
Artêşa Iraqê 3 kîlometreyan nêzî navenda bajarê Fellûceyê bû, santrala gaza xwezayî ya El Şûheda girt kontrolê. Mabeyna hêzên artêşê yên duh jî santrala elektrîkê bi dest xistibûn û çeteyên DAIŞ’ê de şer dewam dikin.