ROJANE
Hemû Nûçe
-
Şehîda destpêkê ya YPJ'ê Silava li Antwerpenê hat bîranîn
Li bajarê Belçîka Antwerpenê, şehîda destpêkê ya YPJ'ê Silava li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hat bîranîn. -
Li Parîs û Marsîlyayê tûrnûvayên ji bo bîranîna şehîdên meha Gulanê
Li Parîs û Marsîlyayê mîna her sal îsal jî ji bo bîranîna şehîdên meha Gulanê, Tevgera Ciwanên Azad tûrnûvayên futbolê organîze kir. -
Şehîdên meha Gulanê li Amsterdamê hatin bîranîn
Meclîsa Jinê ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Amsterdamê, ji bo bîranîna şehîdên meha Gulanê merasîmeke bîranînê lidar xist. -
Stenbol ji bo Nisêbînê di çalakiyan de bû
Di pêşengtiya Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Stenbolê bi sirûda “Deng bide Nisêbînê” li gelek navçeyan daxuyanî û meş hatin lidarxistin. Ji bo balê bikşînin qetlîamên li Nisêbînê, banga hestyariyê li raya giştî hate kirin. -
Aktîvîteyên berxwedana Gezî despê kirin
Aktîvîteyên bi rasthatina 3’yemîn salvegera Berxwedana Geziyê, bi şanoya “Rêya ji Gezî diçe Rojava” ve destpê kir. -
Li Sûltanbeyliyê polîsan êrîşî çalakiya Nisêbînê kirin
Li Sûltanbeyliyê polîsan êrîşî çalakiya “Deng bide Nisêbînê” kirin. Di êrîşan de 2 kes hatin binçavkirin. -
Polîsan êrîşî çalakiya ’Deng bide Nisêbînê’ ya Kadikoyê kirin
Polîsan êrîşî çalakiya Rêxistina HDP’ê ya ya Bajarê Stenbolê ku bi dirûşma “Deng bide Nisêbînê” li Kadikoyê dihat lidarxistin, kirin. -
Kurdistaniyan li Atînayê meşek li dar xistin
Bi sedan Kurdistanî li paytexta Yewnanîstan Atînayê kom bûn, ji Omanîa heta pêşiya avahiya Sefaretxaneya Tirk meşiyan. Çalakvanan êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk lenet kirin û dirûşmên “Kujer Erdogan” qîr kirin. -
Li Weîl am Rheînê li dijî kampa AFAD’ê nerazîbûn
Ciwanên Kurdistanî ên li bajarê Weîl am Rheîn ê Elmanyayê, polîtîkayên qirkirinê yên çeteyên AKP/Qesrê li Kurdistanê dimeşîne şermezar kirin, kampa AFAD’ê ya li Teroyan jî protesto kirin. Polîsên Elman êrîşî çalakiyê kirin, 5 ciwan girtin binçavan. -
Li Reîmsê ji bo Cizîr û Sûrê şeva piştgiriyê
Li bajarê Reîms ê Fransayê, ji bo destekkirina Cizîr û Sûrê şevek hat lidarxistin. -
3. Kongreya Asayî ya NAV-DEM'ê destpê kir
3. Kongreya Asayî ya NAV-DEM'ê li bajarê Elmanya Kolnê destpê kir. Dirûşma îsal a kongreyê "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re aştî" ye. -
Hikûmeta Tirk a 65. dengê pêbaweriyê girt
Hikûmeta 65. a Tirk a bi serokatiya Bînalî Yildirim, dengê pêbaweriyê ji parlamentê girt. -
Kampanya ji bo azadiya nûçegihanên DÎHA'yê yên girtî
Ji bo serbestberdana nûçegihanên DÎHA'yê yên hatine girtin, kampanya îmzeyan hat destpêkirin. -
MOP: Divê her kes li cem gelê Nisêbînê cih bigire
Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê (MOP) di serî de gelê Asûrî, Suryanî û Keldanî bang li her kesî kir, ku li hemberî hewldanên AKP'ê yên komkujiyê, piştgiriyê bidin gelê Nisêbînê. -
Yekemîn şehîda YPJ'ê Silava li Hannoverê hat bîranîn
Yekemîn şehîda YPJ'ê Silava Efrîn (Meryem Mihemed) li bajarê Elmanya Hannoverê bi merasîmekê hat bîranîn. -
Kurdên ji Anatoliya Navîn ji bo Cizîr û Sûrê li Dûîsbûrgê şevek lidar xistin
Li bajarê Elmanya Dûîsbûrgê, ji bo destekkirina Cizîr û Sûrê Platforma Kurdên Anatoliya Navîn çalakiyek lidar xist. -
Li Rotterdamê semînera li ser xwerêveberiyê û konfederalîzma demokratîk
Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Rotterdamê, bi beşdariyeke xurt a ciwanên Kurd semînerek li ser mijarên xwerêveberî û konfederalîzma demokratîk hat lidarxistin. -
Kurdên li Ewropayê ji bo Nisêbînê li ser piyan bûn
Kurdistaniyan li Elmanya, Fransa, Hollanda û Îngilîstanê çalakî lidarxistin û komkujiyên dewleta Tirk ên li Kurdistanê, bi taybetî êrîşên li hemberî Nisêbînê şermezar kirin. -
NAV-DEM’ê beriya kongreyê civîna dawî li dar xist
Navenda Civaka Demokratîk (NAV-DEM) a ku sêwana meclîs û saziyên Kurdan ên li Elmanyayê ye, beriya 3. Kongreya xwe ya Asayî ya wê sibehê bê lidarxistin, bi hevserok û nûnerên saziyan re civîneke berfireh li dar xistin. -
Ji bo girtiyên nexweş ji Enqere û Stenbolê bang
Li Enqere û Stenbolê Însiyatîfa ji Girtiyên Nexweş Re Azadî û ÎHD, ji bo girtiyên nexweş daket kolanan. Di çalakiyan de berdana girtiyên nexweş û dermankirina wan hatin xwestin. -
Li Strasboûrgê bîranîna Şehîdên Meha Gulanê
Şervanên azadiyê û şoreşê yên ku di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dane li bajarê Strasboûrg ê Fransayê bi aktivîteyekê hatin bibîranîn. -
Ji wezîrê Elman ji bo Erdogan ê şantajker: Çiqas qîr û hewar dike bike
Şantajên Erdogan û hikûmeta Tirk a ku li ser mijara koçberan serbestiya vîzeyê dixwaze, êdî rastî nerazîbûnên ji hikûmeta Elman a ku hevkarê wane jî tê. -
Akademîsyen Ergul û Şenses hatin binçavkirin
Akademîsyenên li Zanîgeha Hacettepeyê Dr. Savaş Ergul û Erkdarê Lêgerînê Înan Şenses, di serdegirtina malan de hatin binçavkirin. -
Li Bensheîmê dewleta Tirk hate protestokirin
Li bajarê Bensheîm ê Elmanyayê qetlîamên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê, êrîşên li hember çapemeniyê hatin protestokirin. -
Bi hezaran kedkar li dijî faşîzma AKP/Qesrê daket kolanan
Kedkarên bi banga KESK’ê li hev civiyan, polîtîkayên AKP/Qesrê protesto kirin. Bi hezaran kedkarî li hember êrîşên qirkirinê yên li Kurdistanê nerazîbûn nîşan dan, bi dirûşmeyên “Qatil Erdogan” ve banga têkoşîna hevpar kirin.