Li Parîs û Marsîlyayê tûrnûvayên ji bo bîranîna şehîdên meha Gulanê
Li Parîs û Marsîlyayê mîna her sal îsal jî ji bo bîranîna şehîdên meha Gulanê, Tevgera Ciwanên Azad tûrnûvayên futbolê organîze kir.
Li Parîs û Marsîlyayê mîna her sal îsal jî ji bo bîranîna şehîdên meha Gulanê, Tevgera Ciwanên Azad tûrnûvayên futbolê organîze kir.
Tûrnûvaya futbolê û çalakiya çandî ya li paytexta Fransa Parîsê ji bo bîranîna şehîdên meha Gulanê hat organîzekirin, bi beşdariyeke xurt pêk hat. Çalakiya îsal diyarî Şehîd Cemo û Şehîd Şahîn hat kirin.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê, li ser wateya meha Gulanê axaftin hat kirin.
Dûre maçên futbol û voleybolê û pêşbirka beza ji 400 metreyî destpê kirin. Tevî baranê jî tûrnûva bi coşeke mezin pêk hat.
Di dawiya tûrnûvayê de tîm û ciwanên bi ser ketin, xelatên xwe wergirtin.
Di nava 18 tîmên futbolê yên tevlî tûrnûvayê bûn de tîma Agirê Sor Spor bû şampiyon, Ararat bû duyemîn û Welatspor jî bû sêyemîn. Di tûrnûvaya voleybolê de jî tîma bi navê YPJ bû yekemîn. Di futbolê de xelata lîstikvanê herî baş ji lîstikvanê tîma Araratsporê re hat dayîn.
XWEDIYÊN XELATAN
Futbol
1) Agirê Sor Spor
2) Ararat Spor
3) Welatspor
Voleybol: YPJ
Bez: Firat Peker
Fair play: FC Ararat
Hekem: Mûrat Cepkîn
Lîstikvana herî baş a Voleybolê: Ji tîma YPJ'ê Erdem Ayalp
Tûrnûva bi qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.
MARSÎLYA
Li bajarê Fransa Marsîlyayê jî tûrnûvaya ji bo bîranîna şehîdên meha Gulanê hat lidarxistin.
Ji bajarên Avîgnon û Marîgnane, 11 tîmên futbolê tevlî tûrnûvayê bûn. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, pêşbirkê destpê kir û tevahiya rojê dewam kir. Di encamê de tîma Roja Welat bû şampiyon.