Kurdên li Ewropayê ji bo Nisêbînê li ser piyan bûn

Kurdistaniyan li Elmanya, Fransa, Hollanda û Îngilîstanê çalakî lidarxistin û komkujiyên dewleta Tirk ên li Kurdistanê, bi taybetî êrîşên li hemberî Nisêbînê şermezar kirin.

Kurdistaniyan li Elmanya, Fransa, Hollanda û Îngilîstanê çalakî lidarxistin û komkujiyên dewleta Tirk ên li Kurdistanê, bi taybetî êrîşên li hemberî Nisêbînê şermezar kirin.

MARSÎLYA

Gelek Kurdistaniyên li bajarê Fransa Marsîlyayê li hev civiyan, êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî qadên xwerêveberiyê bi taybetî lihemberî Nisêbîn û Geverê şermezar kirin.

Meşa li meydana Canabîerê destpê kir, li meydana Vîe Portê veguherî mîtîngê. Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Azad Şirnexî li vir peyivî û got, "Kurd wê ti carî ji azadiya xwe tawîzan nede. Berdêla divê çi be, wê bê dayîn û dest ji Kurdistana azad neyê berdan."

Di çalakiyê de welatên Ewropayê yên li pêşberî komkujiyan bêdeng in, hatin şermezarkirin.

RENNES

Li bajarê Rennesê, bi pêşengiya Ciwanên Azad, CDK Rennes û Komeleya Jinê ya Zînê, zêdeyî 700 Kurdistanî meşiyan û li meydana Place de la Maîrîe mîtîng lidar xistin. Partiya Komûnîst a Fransayê piştgirî da çalakiyê. Di çalakiyê de li dijî hikûmeta AKP'ê dirûşme hatin qîrîn û belavokên bi zimanê Fransî hatin belavlkirin.

QÛÎMPER

Li bajarê Qûîmper ê li rojavayê Fransayê, bi armanca vegotina komkujiyên dewleta Tirk ên li Kurdistanê tên kirin, stantek hat danîn.

Endamên Alternatif Libertaire Lorient stant vekirin û belavokên li ser komkujiyên li Kurdistanê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belav kirin.

NURNBERG

Li bajarê Elmanya Nurnbergê jî rêxistinên girseyî li ber Lorenzkîrche'yê hatin cem hev û li hemberî rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Li dû daxuyaniyê bi sedan beşdarên çalakiyê dest bi meşê kirin. Li meydana Volkshaûsê jî mîtîng hat lidarxistin û di axaftinên li vir de hat destnîşankirin, ku Erdogan wê ji ber komkujiyên li Cizîr û tevahiya Bakurê Kurdistanê kiriye, hesab bide.

BOCHÛM

Rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê û êrîşên qirkirinê yên li Nisêbînê, li bajarê Elmanya Bochûmê bi çalakiyekê hat şermezarkirin.

Kurdistanî û dostên wan bi vê armancê li ber gara navendî ya Bochûmê li hev civiyan û ber bi Dadgeha Bajêr ve dest bi meşê kirin. Di meşê de belavokên li ser komkujiyên ji aliyê AKP'ê ve tên kirin hatin belavkirin.

BREMEN

Bi sedan Kurdistanî û dostên wan li bajarê Bremenê li pêşiya gara navendî ya trenê li hev civiyan û bi armanca şermezarkirina polîtîkayên qetlîamker ên AKP'ê heta Parlamenta Eyaleta Bremenê meşiyan. Di mîtînga li ber parlamentê de nûnerên Elewiyan, Ermeniyan û PYD'ê axivîn û banga xurtkirina têkoşîna li dijî faşîzma AKP'ê kirin.

MAASTRÎCHT

Li bajarê Hollanda Maastrîchê jî, rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê û komkujiyên li Kurdistanê bi meşekê hatin şermezarkirin. Kurdên li Lîmbûrg û Brabantê dijîn tevlî çalakiyê bûn. Li ser navê Komeleya Kurd a Eîndhovenê Garzan Butun li vir peyivî û destnîşan kir, ku divê Kurd berxwedana xwe mezin bikin.

Di çalakiyê de belavokên bi zimanê Hollandî hatin belavkirin û dirûşmên "Kujer Erdogan", "Ji Kurdistanê re azadî" û "Bijî berxwedana Nisêbînê" hatin qîrîn.

DEN HAAG

Li bajarê Hollanda Den Haagê jî bi heman armancê bi sedan kes ji ber stasyona navendî ya bajêr heta avahiya Şaredariyê meşiyan.

Rojnamevan Sûat Bozkûş li ber avahiya Şaredariyê li ser navê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk axivî. Piştre belavoka DEM-NED'ê hat xwendin û çalakî qediya.

LONDON

Kurdistaniyên li Londonê dijîn, ji bo Nisêbînê li meydana Trafagar Square çalakiyek lidar xistin. Ciwanan di çalakiyê de hevkariya dewletên Ewropayê bi dewleta faşîst a AKP'ê re şermezar kirin û gotin, "Divê her kes bi berxwedana xwerêveberiyê re bibe yek."

Di çalakiyê de li ser komkujiyên hatine kirin û tên kirin belavok hatin belavkirin. Yek ji mezintirîn rojnameyên Îngilîstanê Independentê jî di mîtîngê de bi endamên Ciwanên Azad re hevpeyvîn kir.

Mîtîng bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.

...