ROJANE
Hemû Nûçe
-
Demîrtaş û Sariyildiz ji NY re qala mirovên hatin şewitandin kirin
Hevserokê HDP'ê Demîrtaş û Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Sariyildiz bi Komîseriya Mafên Mirovan a NY re hevdîtin kirin û ji komîseriyê xwestin, têkildarî 'komkujiyên' li Cizîr, Silopiya, Sûr û tevahiya Kurdistanê bikeve nava tevgerê. -
Demîrtaş: Tirkiyeyek yek qenal heye û di hemûyan de jî Erdogan qîr dike
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş di mîtînga li ber Parlamentoya Bern a Swîsreyê de axivî, diyar kir ku Erdogan ji ser penaberan bazirganiya mirovan dike. -
Li Oxford û Cambrîdge paraznameya Ocalan a ‘Şaristanî’ rastî eleqeyek mezin hat
Ji bo pirtûka “Şaristanî” ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi Îngîlîzî hate weşandin, li Oxford û Cambrîdgeyê eleqeyek mezin heye. -
PE, destlênedan xist rojeva xwe
PE, di desteya giştî de wê rakirina destlênedanên parlamenterên HDP’ê nîqaş bike. -
Li dijî sûcên AKP/Qesrê yên şer serlêdana UCM’ê
Saziya Malbatên Şehîd û Windahiyan a Kurdistanê (KOMAW), ji ber sûcên şer ên li Kurdistanê îro serî li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (UCM) da. -
Daxwaza tehliyeyê ya Omer Guney hate redkirin
Daxwaza tehliyeya bimerc a Omer Guney ku sûcdarê qetlîamê 9’ê Çileya 2013’an a Parîsê ye, nehat qebûlkirin. -
Li Celle Bîranîna Şehîdên Meha Gulanê Aktîvîteyên Çand û Sporê
Li bajarê Celle yê Elmanyayê, ji aliyê Ciwanên Azad, Jinên Ciwanên Azad, Hevgirtina Ciwanên Êzdayî (HCE) û Hêvî Frauen in Not ve Aktîvîteyên Bîranîna Şehîdên Meha Gulanê ya Çand û Sporê hate lidarxistin. -
HDP'ê nerazîbûn nîşanî biryara DDB da: Em ê serî li DMME bidin
Meral Daniş Beştaş a HDP'yî nerazîbûneke tund nîşanî biryara 'destnedanê' ya DDB da û diyar kir, biryar bi fermana Qesr û hikûmetê hatiye dayîn. Beştaş da xuyakirin, ku ew ê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bidin. -
DDB serlêdanên HDP'ê yên li ser destnedanê red kir
Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB), serlêdanên parlamenterên HDP'ê yên ji bo betalkirina rakirina destnedanê, red kir. -
Li 4 bajaran 10 kes hatin girtin
Di operasyonên qirkirina siyasî yên li Kurdistan û Tirkiyeyê de 10 kesên din hatin girtin. -
Li Fatîhê 3 wesayît hatin şewitandin
Li Stenbolê, 3 wesayîtên parkkirî hatin şewitandin. -
Li Osloyê semînera li ser têkoşîna li dijî DAIŞ'ê
Nivîskar-rojnamevanê Norwêcî Erlîng Folkvord çû Başûr û Rojavayê Kurdistanê, bi rêveberên KCK'yî û Rojavayî re hevdîtin kir û çavdêriyên xwe li Osloyê bi semînerekê vegot. -
Li Swêdê desteka ji bo DBP û HDP'ê
Ji şandeya Swêdê ya çû Enqereyê û bi rêveberên DBP'ê re hevdîtin kir Anna Margareth Lîvh û Naîle Aras, çavdêriyên xwe yên li Tirkiyeyê ji ANF'ê re vegotin. -
Elmanyayê ders ji dîroka xwe derxist, dor a Tirkiyeyê ye
Piştî ku Qirkirina Ermeniyan ji aliyê Elmanyayê ve bi awayekî fermî hat naskirin, di çapemeniya Elman de şîroveyên "Elmanyayê ders ji dîroka xwe derxist, dor hatiye Tirkiyeyê" hatin kirin. -
‘Tirkiye deriyê sînorê xwe li penaberan venake'’
Rêxistina Doktorên Sînornenas da xuyakirin ku 100 hezar sivîl mabeyna çeteyên DAIŞ’ê û sînorên Tirkiyeyê de asê mane. -
Qetlîamên li Kurdistanê bi pêlavan hatin protestokirin
Qetlîamên dewleta Tirk û AKP’ê ya li Kurdistanê li paytexta Swîsre Stockholmê di saetên şevê de bi xwepêşandaneka pêlavan ve hate protestokirin. -
Demîrtaş: Em ê li dadgehan bêjin ‘darizandinê nas nakin’
Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku wê li dadgehan parastinê nekin, got: “Em ê bêjin vê daraza bi talîmata Erdogan em qebûl nakin. Em ê ne bereet ne jî tehliyeyê bixwazin. Çi dikin bila bikin.” -
'YE xwe li Erdogan digire û kêmasiyên xwe yên berê dubare dike'
Hevserokê Giştî yê HDP’ê diyar kir ku Ewropa bi şaşîtiyên xwe yên berê ku li Rojhita Navîn piştgirî didan dîktatoran û baş nêzî wan dibûn, îro jî bi başî nêzî Erdoganê ku bajarên Kurdistanê dişewitîne, hildiweşîne û qetlîaman dike dibin. -
Li Sêwasê faşîstan hewldan ku xwendekarên Kurd lînç bikin
Li Sêwasê koma ku faşîst beşdarî merasîma mezûnyeta Zanîngeha Cûmhûryetê bûn, hewldan ku xwendekarên di Fakûlteya Tendirûstiyê de di ezmûnan de bûn, lînç bikin. -
5 sal cezayê hepsê dan DAIŞ’î yê ku êrîşa xwekujî amade kirîbû
Li Swêdê ji bo Aydin Sevîgîn (20) ê DAIŞ’î ku di amadekariyên çalakiya xwekujî de bû, di 11’ê Sibata 2015’an de hatibû girtin, hate sûcdarkirin û 5 sal cezayê hepsê danê. -
2 wekîl ne di nav de temamiya Meclîsa Elman got; 'Qirkirin' e
Meclîsa Federal a Elmanyayê, pêşnûmeya li ser naskirina Qirkirina Ermeniyan bi piraniya dengan qebûl kir. -
Gezî û hevpariya çarenûsê -Cemîl Bayik
"Mirov dikare li dijî tifaqa faşîst a AKP´ê bereyeke fireh a heq, edalet, wekhevî, wijdan û demokrasiyê damezirîne. Jixwe bi vî rengî mirov dikare bibe bersiv ji bo bibîranîn û hesreta tevahiya şehîdên demokrasiyê yên Tirkiyeyê û berxwedêrên Geziyê." -
UNAMI, rapora li ser şîdeta li Iraqê ya meha Gulanê eşkere kir
UNAMI eşkere kir, di bûyerên şîdetê yên meha Gulanê li Iraqê qewimîn de 867 kes mirin, hezar 456 kes jî birîndar bûn. -
Gerîlayê HPG'ê Zinar Farqîn li Hannoverê hat bîranîn
Gerîlayê HPG'ê Mûrat Matyar (Zinar Farqîn) ê di 14'ê Gulanê de li Şirnexê jiyana xwe ji dest da, li bajarê Elmanya Hannoverê hat bîranîn. -
Li Elmanyayê çalakiyên lêgerîna li edaletê
Li bajaren Hambûrg, Dusseldorf û Munchenê yên Elmanyayê, ji bo sê jinên şoreşger ên di sala 2013'an de li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, çalakiyên lêgerîna li edaletê hatin lidarxistin.