PE, destlênedan xist rojeva xwe

PE, di desteya giştî de wê rakirina destlênedanên parlamenterên HDP’ê nîqaş bike.

Parlamentoya Ewropa (PE), pêngava Qesrê ya rakirina destlênedanan a HDP’ê, bi awayekî lezgîn xist rojeva xwe. Êvara 8’ê Hezîranê, wê li desteya giştî endamên Konseya Yekîtiya Ewropa (YE) û komîsyonê amade bin.

Di rûniştinê de tê payîn ku aliyên hiqûqî û polîtîk ên vê mijarê bên nîqaşkirin.

Di rûniştinê de wê rewşa YE-Tirkiyeyê jî bibe mijara nirxandinê, li ser rîska Kurd û derdorên çep tê de ne jî wê gotûbêj pêş bikevin.

Di rûniştinê de tê texmînkirin ku pêşniyarên şênber çêbibin.