Li 4 bajaran 10 kes hatin girtin

Di operasyonên qirkirina siyasî yên li Kurdistan û Tirkiyeyê de 10 kesên din hatin girtin.

AKP/Qesr ên nikarin bi berxwedana gelê Kurd, operasyonên qirkirina siyasî zêde dikin. Di van operasyonan de li Elezîz, Colemêrg, Kutahya û Mûşê 10 kesên din hatin girtin.

ELEZÎZ

Hevserokê DBP'ê yê Bajarê Elezîzê Mehmet Nazîf Koç, Hevseroka Navçeya Navendî ya HDP'ê Semra Çelîk, Hevserokê berê yê HDP'ê yê Bajêr Yûnûs Guneş, namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê Turkan Bîngol û Îbrahîm Bîngol tevî Ahmet Emektar, Hasan Uzum û Huseyîn Acar ên di 31'ê Gulanê de li Elezîzê hatin binçavkirin, piştî ragirtina li emniyetê, sewqî edliyeyê hatin kirin. Koç û namzeta parlamenteriyê ya HDP'ê Bîngol serbest hatin berdan û 6 kesên mayî jî ji ber daxuyaniyên xwe û parvekirinên li medya civakî bi îdîaya "propaganda rêxistinê kirine" ji bo girtinê radestî dadgehê hatin kirin. Dadgeha Tirk jî her 6 kes girt û şand Girtîgeha Tîpa E ya Elezîzê.

COLEMÊRG

Du bira Yildirim û Çekdar Bûldan ên duh li navçeya Colemêrg Geverê hatin binçavkirin, piştî ragirtina li Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê, sewqî edliyeyê hatin kirin û ji wan Yildirim Bûldan hat girtin.

KUTAHYA

15 xwendekarên Zanîngeha Dûmlûpinarê ya li Kutahyayê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin, sewqî edlieyyê hatin kirin. Ji van 2 xwendekar hatin girtin.

MÛŞ

Ji rûspiyên herêma Melezgîrt a Mûşê Hakî Erdogan ê 64 salî yê hat binçavkirin, ji ber ku navbeynkarî ji çareseriya pirsgirêkên nava gel kiriye, bi îdîaya "xerakirina sîstema destûra bingehîn" hat girtin.